Trump Emmanuel Macron hişyar kir

Roja pêncşemê 08- 08- 2019an Serokê Amerîka Donald Trump di twitterê de Serokomarê Fransa Emmaneul Macron hişyar kir.

Roja pêncşemê 08- 08- 2019an Serokê Amerîka Donald Trump di twitterê de Serokomarê Fransa Emmaneul Macron hişyar kir.

Trump da zanîn ku ti kes nikare li ser navê Amerîka biaxife û di twitterê da wiha nivîsand: “Ez dizanim ku nîyeta Emmanuel rind e, lêbelê ji bilî Amerîka ti kes nikare li ser navê Amerîka bipeyîve.”

Di hin nûçeyan de hatibû gotin ku Macron, Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî vexwendîye Lûtkeya G7 û xwestiye ku ew bi Trump re bicive.

Dîplomatekî Fransa roja çarşemê dîyar kiribû ku ew nûçe derew in.

Piştî Amerîka ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişîya welatên Ewrupî hewil dan ku peyman pûç nebe. Fransa, ku dixwaze di navbera Amerîka û Îranê de navbeyinkarîyê bike, di rojên borî de şêwirmendekî payabilind şandibû Îranê.

Herwiha Macron bi rêka telefonê bi Ruhanî re axîbû û dîyar kiribû ku ew dê bo dîyalogê hewildanên xwe bidomîne.

Siyaset Haberleri

Mezlûm Ebdî: Em dê heta dawiyê herêmên Kurdan biparêzin
BCF: Li Rojavayê Kurdistanê rewşa tenduristiyê ber xerabbûnê ve diçe
Serok Barzanî û Mîrê Qeterê: Divê rê li ber şerê Kurd û Ereban were girtin
Rêxistin û çalakvanên Rojavayê Kurdistanê bangî Serok Barzanî dikin
Nêçîrvan Barzanî li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir