Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew koma Birayên Misilman (Îxwan Muslimîn) wekî "rêxistineke terorîst a biyanî" pênase dikin.
Ev biryar çend roj piştî belavbûna raporteke dirêj a li ser çalakiyên Îxwanê û zêdebûna dilgiraniya di nava rêveberiya Trump de tê.
Donald Trump ji malpera "Just the News" a Amerîkî re ragihand ku ew Birayên Misilman dixin lîsteya terorê.
Trump got, "Ev dê bi awayê herî tund û herî bi hêz were kirin. Belgeyên dawî tên amadekirin."
Birayên Misilman komeke Îslamî ye ku nêzîkî sedsalek berê li Misirê hatiye damezirandin lê şax û tevgerên wê yên serbixwe li seranserê cîhanê hene.
Teksasê pêşî lê vekir
Ev biryar piştî wê yekê tê ku hefteya borî Parêzgarê Komarî yê Teksasê Greg Abbott, her du komên Birayên Misilman û Encûmena Pêwendiyên Amerîkî-Îslamî (CAIR) wekî "rêxistina terorîst a biyanî û rêxistina tawanbar a navneteweyî" pênase kiribûn.
Abbott ragihandibû, "Birayên Misilman û CAIR demeke dirêj e armancên xwe eşkere kirine: Sepandina bi zorê ya şerîetê û damezirandina serweriya Îslamê li ser cîhanê."
Di heman demê de, Senator Ted Cruz û çend senatorên din ên Komarî, tîrmehê pêşniyaryasayek ji bo pênasekirina Îxwanê wekî "rêxistineke terorîst" pêşkêş kiribû.
Cruz gotibû, "Yek ji şaxên Îxwanê Hemas e ku 7ê Çiriya Pêşîn komkujiya herî xerab a li dijî Cihûyan a piştî Holokostê pêk anî.
Ew bi rûxandin û tunekirina Amerîka û hikûmetên neîslamî yên din ve girêdayî ne."
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio meha tebaxê amaje bi wê yekê kiribû ku "kar li ser" pênasekirina Îxwanê tê kirin lê pêvajo demdirêj û hûr e.
Çend welatên Rojhilata Navîn berê gav li dijî Îxwanê avêtine.
Misir û Urdinê ew kom qedexe kiriye û Siûdiye, Îmarat û Behreynê jî wekî "rêxistineke terorîst" pênase kiriye.
Berteka CAIRê
Li hemberî biryara Parêzgarê Teksasê, CAIRê ragihand ku navê wan hatiye reşkirin û êrişî Abbott kir. Rêxistinê di daxuyaniyekê de got:
"Greg Abbott siyasetmedarekî alîgirê Îsraîlê ye û çend meh in mijûlî derxistina hîsteriya dijî Misilmanan e."
CAIRê her wiha got, "Bi reşkirina saziyeke din a diyar a Misilmanên Amerîkayê bi teoriya komployê ya pûçbûyî û gotinên çêkirî, Birêz Abbott careke din nîşan da ku pêşîneya wî ya sereke pêşxistina kîn û nefreta dijî Misilmanan e, ne xizmetkirina xelkê Teksasê."
Îxwan sala 1928an ji aliyê Hesen Benna ve hatiye damezirandin. Seyîd Qutb, hizirmendekî sereke yê Îxwan Muslimînê ye.
Enstîtuya Lêkolînan a Antîsemîtîzm û Siyaseta Cîhanî di raportekê de ragihand:
"Îxwan Muslimîn wekî îlhamdêrê fikrî yê hemû komên Îslamî (û şaxên wan ên cîhadî) derdikeve pêş ku îro kar dikin, wekî DAIŞ, Qaîde û Hemas."