Trump, dorpêçên ser Tirkiyê veto kir

.

Biryara dorpêçê ya ji aliyê Senatoya Amerîka û meclisa nûneran de bo ser Tirkiyê hatibû dayîn, piştî çû ber destê serokê Amerîkayê Donald Trump, ji aliyê wî de hat vetokirin.

Trump bi biryara dorpêçên ser Tirkiyê re budçeya wezareta bergiriyê ya bi miqdarê 740 mîlyar dolarî jî veto kir. Li ser vetoyê Trump nivîsekî weha şand bo senato û meclisa Amerîkayê:

“Mixabin di nava vê biryarê de mijarên ewlehiya netewî yên krîtîk tine ne. Biryar li dijî wan xwestinên min yên ewlehiya netewî û siyaseta derveye. Ev biryar bo Rûsya û Çînê xelate.”

Eger biryar car din li Senatoya Amerîkayê û Meclisa Nûneran weka berê ji dengan 2/3 bistîne, dê vetoya Trump li hewa bimîne û beredayî here.

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê