Trump: “Di wexteka nêz de wê operasyona bejayiyê bo ser Venezuelayê bêkirin”

.

Serokê DYAyê Donald Trump di wexşana zindî de behsa dijberiya ku bi Venezuelayê re dijî kir û got:

“Wê di nêz de operasyonekî bejayiyê bikin ser Venezuelayê.”

Donald Trump Venezulayê bi bazirganiya maddeyên hişbir tewanbar dike û berê jî operasyonekî kiribûn ser keştiya noqavê ku tê de maddeyên hişbir hebûn.

Serokê dewleta Venezuelayê Nicolas Maduro ragihand ku ew malên Rûs ji 5 hezarî zêdetir fuzeyên balafirsawaran yên ‘Igla-S’ li ciyên herêmên parastina hewayî bicîh kirine.

Li ser mijarê DYA, hêzekî deryayê yê ji keştiyên noqavê û şer pêk tên, şand peravên Venezuelayê. Li hemberê tevgera DYAyê, Venezuela ragihand ku wan 4,5 milyon hêzên mîlîsan seferber kirine û amade ne ku ber li êrîşên Amerîkayê bigrin.

Li gor ragihandina Tv ya CNNê; Maduro di civînekî ku xebatkarên leşkerî tevlî bûn de, li ser tehdîdên DYAyê ku li Karayîpan operasyonên xwe fireh dike, axifî. Maduro got:

“Me fuzeyên Rûsyayê yên bi navê ‘Igla-S’ yên menzîla wan kurt li ciyên stratejik yên seha parastina hewayî bicîh kir. Temamê hêzên leşkerî yên dinyayê hêza Igla-S yan dizanin û di destê Venzuelayê de ji wan fuzeyan ji 5 hezarî zêdetir hene. Yek leşkerekî dikare fuzeyekî hilgire. Me wan fuzeyan li ser her çiyayê herî dûrê welat, her jîngehekî welat û her bajarekî bicîh kir.”

Kurdistan Haberleri

PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên