Trump derbarê Malîkî: Hinek ramanên me hene

.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Rûdawê re ragihand ku ew mijara serokwezîrê Îraqê dinirxînin û amaje pê kir, her kesê ku bibe serokwezîr divê bi Amerîkayê re kar bike.

Me ji Trump pirsî ka gelo vetoya li ser vegera Nûrî Malîkî ya ji bo posta serokwezîrê Îraqê hîn heye û Serokê Amerîkayê di bersivê de got:

"Em bi hûrgilî li mijara serokwezîr dinêrin. Em dê bibînin ka dê çi bibe.

Hinek ramanên me li ser wê yekê hene lê di dawiyê de divê her kes bi Amerîkayê re kar bike."

Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan, Nûrî Malîkiyê ku di navbera salên 2006 û 2014an de serokwezîr bû, wekî namzedê xwe yê ji bo posta serokwezîriyê destnîşan kiriye.

Berê jî Trump bi eşkereyî dijberiya xwe ya ji bo vegera Malîkî anîbû ziman.

Wî dawiya meha Kanûna Paşîn di posteke xwe ya li ser tora civakî ya Truth Socialê de hişyarî da ku egera danîna Malîkî "hilbijartineke gelekî xirab e" û amaje pê kir ku di dema desthilata wî de Îraq rûbirûyî "xizanî û tevliheviyeke temam" bûye.

Trump heta gefa wê yekê jî xwar ku eger Malîkî vegere, "Amerîka êdî dê alîkariya Îraqê neke" û bêyî piştgiriya Amerîkayê, "dê ti derfeta Îraqê ya ji bo serkeftin, aramî û azadiyê nebe."

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan