Serokê Amerîkayê Donald Trump, li ber kamerayan daxwaza Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy a ji bo moşekên Tomahawk red kir.
Trump got, "Tomahawk ji me re lazim in. Pêdiviya me bi Tomahawkan heye."
Trump ji Zelenskiy re: Çakêtê te gelekî xweşik xuya dike
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy li Koşka Spî hatin cem hev.
Her du serokan ji rojnamegeran re daxuyanî da.
Trump ji Volodymyr Zelenskyy re got ku çakêtê wî gelekî xweşik xuya dike.
"Pêdiviya me bi moşekên Tomahawk heye"
Trump, bersiva daxwaza Zelenskyy a ji bo moşekên Tomahawk da û got:
“Pêdiviya me jî bi moşekên Tomahawk heye. Me 4 salan gelek tişt ji Ukraynayê re şandin, niha rewş cuda ye.
Hêvî dikim pêdiviya wan pê çênebe. Hêvî dikim em karibin şer bêyî hewcedariya bi moşekên Tomahawk bi dawî bikin."
Trump bal kişand ser girîngiya moşekên Tomahawk ji bo ewlehiya Amerîkayê û got, "Moşekên Tomahawk gelekî girîng in.
Em jî moşekên Tomahawk dixwazin. Em naxwazin tiştên ku ji bo parastina welatê xwe hewce ne, bidin kesekî din."
"Hevdîtina min û a Putin dê gelekî girîng be"
Ji aliyê din ve, Trump diyar kir ku hevdîtina wan a bi Putin re ya li Budapeştê dê di warê gavên ku ji bo bidawîkirina şer bên avêtin de werçerxaneke gelekî girîng be.
Trump got, "Em dê li Budapeştê bi Putin re bicivin. Hîn ne teqez e lê civîn bi îhtimaleke mezin dê dualî be lê em dê bi Zelenskyy re di nava pêwendiyê de bin.”
Trump anî ziman ku ew bawer dike ku hem Putin û hem jî Zelenskyy dixwazin şerê Rûsya-Ukraynayê bi dawî bînin û got, "Tiştê ku divê bikin tenê ew e ku hinekî li ser hev bikin."
"Em bi firokeyên bêmirov ên Ukraynayê re eleqedar in"
Ji aliyê din ve, Trump da zanîn ku ew dê sernavên derbarê nedana Tomahawkê ji Ukraynayê re gotûbêj bikin lê di heman demê de destnîşan kir ku Kyiv firokeyên bêmirov (ÎHA) ên gelekî serkeftî hildiberîne û ew bi wan re eleqedar in.
Serokê Amerîkayê li ser pirsa ka gelo momentuma ku bi agirbesta li Xezeyê re çêbûye dê bandorê li Ukraynayê jî bike, wiha bersiv da:
"Ez bawer im dibe ku bandor bike. Me bi agirbesta li Rojhilata Navîn lez û pêbaweriyeke mezin bi dest xist.
Çareserkirina pirsgirêka Rojhilata Navîn gelekî girîng bû. Me tiştekî ku kesî nedifikirî ku mimkun e, bi ser xist."
Zelenskyy spasiya Trump kir
Di hevdîtinê de, Serokê Ukraynayê jî ji ber rola wî ya di pêkanîna agirbesta li Xezeyê de spasiya Trump kir.
Zelenskyy got, "Serok Trump derfeta wî heye ku vî şerî bi dawî bîne. Serok Trump karî li Rojhilata Navîn agirbestê pêk bîne, ew dikare heman tiştî ji bo Ukraynayê jî bike.”
Zelenskiy anî ziman ku pêdiviya wan bi Tomahawkan heye û diyar kir ku ew aştiyê dixwazin û wiha got:
“Putin aştiyê naxwaze, ji ber vê yekê divê zext li ser wî bê zêdekirin.”
“Dema rawestandina kuştinan e”
Trump diyar kir ku hevdîtina wî ya bi Zelenskyy re "balkêş" û "samîmî" derbas bûye û wiha got:
“Min jê re got, wekî ku min bi tundî ji Putin re jî şîret kiribû, êdî dema wê hatiye ku kuştinê rawestînin û rêkeftinekê bikin."
Trump piştî hevdîtina li Koşka Spî, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nirxandin kir.
Serokê Amerîkayê di daxuyaniya xwe de got, "Min jê re got, weke ku min bi tundî ji Putin re jî şîret kiribû, êdî dema wê hatiye ku kuştinê rawestînin û rêkeftinekê bikin."
Trump diyar kir ku di şerê navbera Rûsya û Ukraynayê de gelek mirovan jiyana xwe ji dest daye û divê şer êdî bi dawî bibe û wiha got: "Bila her du alî serkeftina xwe ragihînin, bila dîrok biryara xwe bide. Êdî bila gule neyên avêtin, mirin çênebe, û pereyên mezin û nediyar neyên xerckirin."