Trump: Bila Kurd ji Şerê Îranê dûr bikevin

.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew naxwaze hêzên Kurd herin nav Îranê û zererê bibînin.

Trump diyar kir ku eger Kurd tevlî vî şerî bibin, ew dê mirinê ji bo xwe bînin.

Birêvebirê Nivîsgeha Rûdawê ya li Washingtonê Diyar Kurde, li Ofîsa Oval pirs ji Serokê Amerîkayê Donald Trump kir.

Diyar Kurde amaje bi daxuyaniyên Trump ên di pêşerojê de kir ku tê de gotibû naxwaze hêzên Kurd tevlî şerê Îranê bibin.

Kurde pirsî ka Trump niha jî heman nêrînê diparêze yan na.

Donald Trump bersiva Rûdawê da û got: "Ez dixwazim ew dûr bikevin. Ez dixwazim ew dûr bikevin çimkî ez di wê baweriyê de me ku dê hinek pirsgirêk ji wan re pêk werin."

Serokê Amerîkayê derbarê metirsiya li ser jiyana hêzên Kurd hişyarî da û wiha peyivî:

"Ez nafikirim... mebesta min ew e ku ew dê mirinê ji bo xwe bînin. Loma ez dixwazim ew dûr bikevin."

Trump hûrguliyên rizgarkirina pîlotê Amerîkî eşkere kirin û ultîmatomeke tund da Îranê

Serokê Amerîkayê Donald Trump, hûrguliyên operasyona rizgarkirina pîlotê firokeya F-15ê ya ku li nav axa Îranê hatibû xistin, eşkere kirin.

Trump hişyariyeke pir tund da Tehranê û got,"Dibe ku tevahiya welat [Îran] di şevekê de were rûxandin û ew şev jî dibe ku sibe şev be."

"7 saetên dojehê: Bi 21 balafiran em ketin Îranê"

Donald Trump di konferanseke rojnamegerî ya li Koşka Spî de cara ewil hûrguliyên leşkerî yên operasyonê parve kirin.

Trump diyar kir ku ji bo rizgarkirina tenê leşkerîekî, hêzeke asmanî ya qerase hatiye amadekirin.

Serokê Amerîkayê di berdewamiyê jî de got, "Artêşa Amerîkayê ti carî leşkerên xwe li paş xwe nahêle.

Di vê operasyonê de 21 balafirên me ketin qada asmanî ya Îranê. Operasyon tam 7 saetan ajot û hêzên me di bin gulebarana giran de bûn."

Trump bal kişand ser wêrekiya pîlotê Amerîkî û di berdewamiyê jî de got: "Pîlotê me pir wêrek bû. Ew birîndar bû û xwîn jê diçû lê ji bo ku dîl neyê girtin bi çiyê de hilkişiya.

Me hêzên Îranê xapandin û berê wan da deverên din. Di encamê de, bêyî ku em ti windahiyekê bidin, me axa Îranê terikand. Ev operasyoneke bêhampa bû."

Kurdistan Haberleri

M. Emîn Bozarslan -Di çapemeniya Swêdî de- Rohat Alakom
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser mala sivîlan şermezar kir: Nayê qebûlkirin
Mesrûr Barzanî: Hedefgirtina malên sivîlan tawana şer e
HEWLÊR - Dron li mala sivîlan ket, 2 hevjîn şehîd ketin
Hewlêr û Bexdayê li ser yekkirina gumrikê li hev kir