Trump bi telefonê bi Serok Barzanî û Bafil Talebanî re axivî

.

Malpera Axiosê ya Amerîkayî ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bi telefonê bi Serok Mesûd Barzanî û Bafil Talebanî re axivî.

Axios dibêje, "Armanca van pêwendiyan gotûbêjkirina şerê hevpar ê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê û pêngavên paşerojê yên vê nakokiyê bû."

Sê çavkaniyên agahdar ji malperê re ragihand, "Ev pêwendî tenê rojekê piştî destpêkirina bombebaranên dijwar ên Amerîkayê yên li Îranê (roja şemiyê) hatin kirin."

Çavkaniyekê naveroka guftûgoyan wekî "hestyar" pênase kir û red kir ku hûrgiliyên zêdetir eşkere bike.

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê di bersiva pirseke derbarê van pêwendiyan de got:

"Serok Trump di nava çend rojên borî de bi gelek hevpeyman û hevparên li herêmê re di pêwendiyê de bû."

Çima Kurd?

Li gorî raporê, "Bi hezaran leşkerên perwerdekirî yên Kurdan li ser sînorên Îran û Îraqê hene û ew kontrola deverên stratejîk dikin ku dikarin di dema gurkirina şer de roleke sereke bilîzin."

Axiosê nivîsî, "Her wiha pêwendiyên kûr ên Kurdên Îraqê bi Kurdên li nav Îranê re hene ku ev jî ji bo Amerîka û Îsraîlê wekî xaleke bihêz tê dîtin."

Çavkaniyekê ji Axiosê re got, "Serok Trump bi hemûyan re diaxive, hem bi serkirdeyên Kurd re û hem jî bi Recep Tayyîp Erdogan re."

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan