Trump: Bersiva Îranê bi ti awayî nayê qebûlkirin

.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku bersiva Tehranê ya ji bo pêşniyara Washingtonê ya ji bo bidawîkirina şer ne li gorî dilê wî ye û ew bersiv bi rengê "bi temamî nayê qebûlkirin" pênase kir.

Trump li ser hesabê xwe yê fermî yê Truth Socialê nivîsî:

"Min niha bersiva wan kesên ku wekî 'nûnerên' Îranê tên naskirin xwend. Ne li gorî dilê min e û bi temamî nayê qebûlkirin."

Serokê Amerîkayê di dawiya peyama xwe de tenê nivîsî, "Spas ji bo bala we ya li ser vê mijarê."

Trump li ser gavên bê yên welatê xwe ti agahî nedan û eşkere nekir bê ma ew dê deriyê dan û standinan bigire yan na.

Naveroka bersiva Îranê

Ev helwesta tund a Trump tenê çend saetan piştî wê yekê hat ku Tehranê bi rêya navbeynkarên Pakistanî bersiveke çend rûpelî ji bo pêşniyara 14 xalî ya Amerîkayê şand.

Li gorî agahiyan, Îranê di bersiva xwe de daxwaza garantiyên tund kiriye.

Her wiha Îranê ji bo paşvekişîna ji dozên nukleer û vekirina Tengava Hurmizê çend merc danîne.

Tê gotin ku ev mercên Îranê li gel xetên sor ên Washingtonê naguncin.

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan