Tora Rojnamevanên Kurd: Me peyva “Sûriye” ji navê xwe rakir

.

Tora Rojnamevanên Kurdên Sûriyê, wekî bertekek li dijî êrîş û qirkirina li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, ragihand ku wan peyva “Sûriye” ji navê xwe rakiriye û ji niha pê ve navê wan ê fermî “Tora Rojnamevanên Kurd” e.

Tora Rojnamevanên Kurd, bi daxuyaniyeke fermî biryara xwe ya nû ji raya giştî re eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev guhertin ji roja 12ê Çileya 2026an ve ketiye warê cibicîkirinê û wekî helwesteke exlaqî û siyasî li dijî binpêkirinên giran ên li ser gelê Kurd hatiye girtin.

"Di bin ala Sûriyê de qirkirin pêk hat"

Di daxuyaniya Torê de bal hat kişandin ser bûyerên dawî yên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û wiha hat gotin:

"Di ronahiya qirkirin û tundiya hovane ya ku gelê me yê Kurd pê re rû bi rû maye, ku ev sûc di bin ala Sûriyê de hatin kirin, me biryar da ku peyva 'Sûriyê' ji navê xwe rakin. Ev biryar protestoyek e li dijî bikaranîna nav û sembolên Sûriyê di pêkanîna sûcan de."

Rexne li bêdengiya saziyên medyayê

Torê di daxuyaniya xwe de nerazîbûnek tund nîşanî bêdengiya saziyên medyayê û sendîkayên navneteweyî da û destnîşan kir ku gelek rêxistinên ku xwe wekî parêzerên mafên mirovan nîşan didin, di dema êrîş, koçberkirin û kuştina sivîlan de bêdeng mane an jî bi alîgiriya xwe bûne hevkarê van sûcan.

Tora Rojnamevanên Kurd diyar kir, alîgiriya gelek dezgehên medyayê di vegotina bûyeran de, dûrî rastî û etîka rojnamevaniyê ye û ev yek wekî "rewa kirina binpêkirinan" hat binavkirin.

"Em ê belgekirina binpêkirinan bidomînin"

Di dawiya daxuyaniyê de, Tora Rojnamevanên Kurd ragihand: "Em ê bi awayekî profesyonel û serbixwe, li ser bingeha berpirsiyariya xwe ya exlaqî, belgekirina hemû binpêkirin û sûcan bidomînin. Parastina mafên rojnamevanan û gihandina dengê qurbaniyan ji bo me erkeke sereke ye."

Ev biryara Torê, ku navenda wê li Qamişlo ye, wekî qonaxeke nû di xebatên wan ên medyayî de tê nirxandin.

K24

Kurdistan Haberleri

Weqfa Êzidiyên Azad: Çarenivîsa hezar û 200 malbatên Êzidî ne diyar e
HSD: Çekdarên hikûmeta Şamê li Dêrezorê êrişî me kir
Îlham Ehmed: Medyaya Ereban bi awayekî sîstematîk Sûriyeyiyan li dijî hev sor dike
Neteweyên Yekgirtî: 190 hezar kes ji Helebê koçber bûne
HSDyê bersiv da Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê