Topxaneya Îranê devera Biradost dide ber topan

.

Îran ji bo roja duyem li ser hev navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran dike û welatiyên navçeyên sînorî jî gundê xwe vala dikin.

Topxaneya Îranê îro 25ê Îlona 2022an ji bo roja duyem li ser hev navçeyên çiyayî yên zozanên Hornê li nahiya Sîdekanê ya li devera Biradost topbaran dike.

Peyamnêrê K24ê ragihand, ji ber topbaranê Îranê ve, hejmarek mezin ji welatiyên gundên sînorî yên li nahiya Sîdekanê ji malên xwe derketine û berê xwe dane deverên din.

Derbarê hebûna baregehên partiyên perçeyên din ên Kurdistanê li wê deverê, Rêveberê Nahiya Sîdekanê Îhsan Çelebî ji K24ê re tekez kir, ti binke û baregehên PKKê yan partiyên Rojhilatê Kurdistanê li devera wan nîne.

Ji aliyekî din ve, ev roja sêyemîn e deriyê dibistana gundê Binê Reşkîn li nahiya Sîdekanê ji ber topbarana Îranê ve girtî ye.

Duhî jî topxaneya Îranê zozanên Berbizîn û Hornê û Gurê Saye yên li nahiya Sîdekanê dabû ber topan.

Supaya Pasdarên Îranê jî duhî di daxuyaniyekê de hişyarî da welatiyên Herêma Kurdistanê ku ew baregehên partiyên dijberê welatê xwe dike armanc, ji ber wê jî divê ew ji baregehên partiyan nêzîk nebin.  

(K24)

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt