Tom Barrack û Serok Barzanî axivîn: Divê alîkarî here Kobaniyê

.

 Tom Barrack ragihand ku wî bi Serok Mesûd Barzanî re pêwendiyeke telefonî pêk aniye.

Di peywendiyê de rewşa Sûriyeyê, alîkariya ji bo Kobaniyê û pêkhateya hikûmeta Îraqê hatin gotûbêjkirin.

Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack li ser hesabê xwe yê Xê derbarê naveroka pêwendiya xwe ya bi Serok Barzanî re daxuyaniyek belav kir.

Barrack diyar kir, "Min îşev bi Cenabê Serok Mesûd Barzanî re pêwendiyeke telefonî ya berhemdar encam da" û da zanîn ku wan li ser rewşa Sûriyeyê û girîngiya parastina agirbestê nîqaş kiriye.

"Divê alîkarî bigihêje Kobaniyê"

Barrack di daxuyaniya xwe de teqezî li ser gihandina alîkariyên mirovî kir û got:

"Me li ser misogerkirina gihandina alîkariyên mirovî ji bo kesên hewcedar, bi taybetî li Kobaniyê, gotûbêj kir."

"Hikûmeteke ku Îran deyne bi ser nakeve"

Tom Barrack derbarê rewşa siyasî ya Îraqê de jî peyameke zelal da û got:

"Li ser Îraqê helwesta Amerîkayê zelal e: Hikûmeteke ku ji aliyê Îranê ve hatibe danîn dê bi ser nekeve.

Ev yek ne ji bo daxwazên Îraqî û Sûriyeyiyan ên ji bo paşerojeke geş û ne jî ji bo hevkariyeke bibandor a bi Amerîkayê re dê serkeftî be."

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan