Tom Barrack û Eymen Sefadî: Divê HSD ji Helebê vekişe

.

Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen Sefadî li Emanê Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack pêşwazî kir.

Di civînê de bipêşketinên dawî yên li Sûriyeyê di çarçoveya hevkariya berdewam a ji bo piştgiriya hewildanên hikûmeta Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan teqezî li ser parastina ewlehî, serwerî, yekîtî û aramiya Sûriyeyê û misogerkirina maf û silamiya hemû hevwelatiyên Sûriyeyê kir.

Sefadî û Barrack her wiha rewşa Helebê nirxand û pabendbûna Urdin û Amerîkayê ya ji bo piştgiriya hewildanên xurtkirina agirbestê ducare kirin.

Wan xwest ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi awayekî aştiyane ji Helebê vekişe û ewlehî û parastina hemû sivîlan were garantîkirin.

Her du aliyan teqezî li ser pêdiviya bicihkirina yekser a Peymana 10ê Adara 2025an kir ku berê HSD û hikûmeta Sûriyeyê li ser li hev kiribûn.

Wezîr Sefadî û Balyoz Barrack di beşeke din a civînê de li ser berdewamiya hewildanên hevbeş ên ji bo bicihkirina nexşerêya bidawîkirina krîza li Siwêdayê û aramkirina başûrê Sûriyeyê axivîn.

Ev nexşerê 16ê Îlona 2025an li Sûriyeyê hatibû pejirandin û tê de teqezî li ser pêdiviya gihîştina çareseriyeke seranserî ji bo rewşa Siwêdayê hatibû kirin.

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe