Tom Barrack sersaxî ji Mesrûr Barzanî re xwest

.

Nûnerê Amerîkayê yê ji bo Kar û Barên Sûriyeyê ji ber şehîdketina Pêşmergeyan sersaxî da Serokwezîrê Herêma Kurdistanê.

Nûnerê Amerîkayê yê ji bo Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re axivî.

Sersaxiya ji bo şehîdan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Tom Barrack ji bo Pêşmergeyên şehîd sersaxî ji Serokwezîr re xwestiye.

Ew Pêşmerge di êrişa mûşekên balîstîk a Îranê ya li baregehên Pêşmergeyan ên li devera Soranê de şehîd ketibûn.

Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ber vê pêwendiyê û hevxemiyê spasiya Tom Barrack kir.

Di beşeke din a pêwendiya telefonî de, her du aliyan li ser bipêşketin û guherînên dawî yên rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Îraq û herêmê şêwirîn.

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir