Tom Barrack piştî berteka Îsraîlê paşde gav avêt: Daxuyanîyên ser Hizbullah, Îran û Golanê kişandin

.

Nûnerê Taybet ê Amerîka yê Sûriyeyê û Balyozê Enqereyê Tom Barrack, piştî bertekên tund ên rêveberiya Îsraîlê, daxuyaniyên xwe yên li ser Libnan, Hizbullah, Îran û Girên Golanê yên di bin deshilata Îsraîlê de paşve kişandin û ronahî xist ser gotinên xwe.

Barrack di hevpeyvîneke bi rojnamevan Mario Nawfal re de gotibû: "Du alî li ser wê maseya danûstandinan kêm in. Hizbullah û Îran."

Ev daxuyanî di raya giştî de bûbû sedema ku dibe Washington tevlîkirina wan di danûstandinên Libnan-Îsraîlê yên bi piştevaniya DYAyê de dinirxîne.

Piştî nerazîbunên Îsraîlê, Barrack di daxuyaniyek taybet de ji ajansa newsê The Associated Press re ew şîrove red kirin.

Dîplomatê Amerîkî diyar kir ku DYA bi Hizbullahê re danûstandinan nake û got: "Min tenê giraniya pirsgirêkê anî ziman, min maseyek nû pêşniyar nedikir."

Siyaset Haberleri

Serokkomariya Sûriyeyê hûrgiliyên civîna Ehmed Şer û Mezlûm Ebdî belav kirin
ENKSê pêşwazî li biryara Amerîka ya bo Sûriyê kir: Divê Sûriye nenavendî be
Îsraîlê li Sûriyeyê hişyarî da: Em dê rê nedin Tirkiyeyê
Sefîn Dizeyî: Divê Hikûmeta Iraq komên êrîşî Kurdistanê dikin ceza bike
PYDê navê xwe û kadroyên xwe diguherîne