Tom Barrack li ser diyaloga HDS û Şamê daxuyanî da

.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack ragihand ku pêwendiyên di navbera Şam û HSDyê de ji bo "Sûriyeyeke aram û yekgirtî" xwedî giringiyeke krîtîk in.

Tom Barrack derbarê guherîna siyasî ya li Sûriyeyê û hevdîtinên di navbera aliyan de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.

"Sûriye di qonaxeke dîrokî de ye"

Barrack diyar kir ku Sûriye di "pêvajoyeke veguhastinê ya dîrokî" re derbas dibe û ev pêvajo niha gihîştiye qonaxeke nû.

Barrack bal kişand ser giringiya diyaloga ku di navbera Şam û HSDyê de didome.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack di parvekirina xwe de wiha got:

"Pêwendiyên domdar ên di navbera Şam û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de; nîşaneya qîmeta diyaloga avaker û biryardariya hevpar a ji bo avakirina Sûriyeyeke aram, aştîxwaz û yekgirtî ye ku ji bo hemû gelê wê be."

Girtiyên HSDyî hatin berdan

Tom Barrack di peyama xwe de nûçeya ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) wekî mînak nîşan da.

SANAyê di nûçeya xwe de wiha gotibû:

"Hikûmeta Sûriyeyê 8ê Gulanê, komeke nû ya kesên ku pêwendiya wan bi HSDyê re heye û di operasyonên mehên dawî de hatibûn girtin, serbest berdan."

Kurdistan Haberleri

Nexşeya êrişên li ser Herêma Kurdistanê, Hewlêr û Silêmanî di hedefê de ne
Mucteba Xameneyî ji bo berdewamiya operasyonên leşkerî rênimayên nû derdixe
Trump: Bersiva Îranê bi ti awayî nayê qebûlkirin
Serokwezîrê Ermenistanê: Qerebax ne ya me bû
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk: Roja dayikan pîroz be