Tom Barrack bo Serok Barzanî: Şarezahiyeke bêhempa ji serkirdeyekî efsanewî

.

Nûnerê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê Tom Barrack, piştî hevdîtina xwe ya li gel Serok Mesûd Barzanî, nivîsî: "Şarezahiyeke bêhempa ji serkirdeyekî efsanewî."

Tom Barrack îro 24ê Sibatê li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" wêneyekî civîna xwe ya bi Serok Barzanî re parve kir û li ser nivîsand: "Şarezahiyeke bêhempa ji serkirdeyekî efsanewî."

Nûnerê Amerîkayê Tom Barrack duh 23ê Sibatê piştî hevdîtinên xwe yên li gel berpirsên Iraqî, gihîşt Hewlêrê û li Pîrmamê ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hate pêşwazîkirin. Di civînê de ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî amade bû, Barrack kêfxweşiya xwe bi dîtina Serok Barzanî anî ziman.

Nûnerê Amerîkayê spasiya xwe ji bo rola Serok Barzanî di rêgirtina li berfirehbûna şer û tundûtûjiyê de diyar kirin. Her wiha bal kişand ser hewildanên wî yên ji bo aramkirina geşedanên dawî yên li Sûriyeyê û piştgirîkirina rêkeftina di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de.

Di beşeke din a civînê de, Tom Barrack destnîşan kir ku ji bo çareserkirina kêşe û giriftên Iraqê, giring e sûd ji hikmet û rênimayiyên Serok Barzanî were wergirtin.

Barrack tekez kir, Amerîka dixwaze Iraq bibe xwedî serweriya xwe û di vê çarçoveyê de welatê wî giringiyeke mezin dide berdewamiya peywendî û şirîkatiya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê

(K24) 

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin