Tom Barrack bo Şera: Hejmona 'tundrêyan' di artêşê de dibe sedema parvebûna Sûriyeyê

.

 Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê amaje da ku, wî şîret li Serokê Sûriyeyê kirine ku siyasetên xwe yên dubare-rêkxistina peykerê artêşê ji nû ve binirxîne. Herwesa got, “Dibe ku çekdarên DAIŞê bi cilikên fermî yên hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Sûriyeyê tevlî bûyerên li Suweydayê bûbin.”

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê Tom Barrack îro (Çarşem, 23ê Tîrmeha 2025ê) ragihand, “Dibe ku çekdarên DAIŞê bi cilikên fermî yên hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Sûriyeyê tevlî rûbirûbûn û pevçûnên vê dawiyê yên parêzgeha Suweydayê bûbin.”

Tom Barrack herwesa got, “Artêşa Sûriyeyê ji tundûtûjiyên vê dawiyê yên Suweydayê berpirsiyar nîne, xasma jî ku artêşa Sûriyeyê li ser bingeha hevfêmkirinê ya bi Îsraîlê re neçûye nav wê parêzgehê.”

Navbirî amaje jî da, “Îsraîlê ji wan re gotiye ku çûna artêşa Sûriyeyê ji bo nav Suweydayê dê bibe sedema zêdebûna aloziyan, lewma artêşa Sûriyeyê tenê li derdora wê parêzgehê ma.”

Nûnerê Amerîkayê eşkere jî kir ku, wî şîret li Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera kirine ku siyasetên xwe yên dubare-rêkxistina peykerê artêşê û kêmkirina hejmona serdestiya tundrêyan ji nû ve binirxîne, ji bo ku Sûriye ji parvebûnê û windakirina piştgiriya navneteweyî dûr bikeve.

Şerê di navbera Dirûz û Bedewiyan de li parêzgeha Suweydayê ya Sûriyeyê li roja Yekşemê (13ê Tîrmeha 2025ê) çê bû. Li gorî amara Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan, hejmara kuştiyan gihîştiye nêzîkî hezar kesan.

Hikûmeta Sûriyeyê li roja Şemiyê (19ê Tîrmeha 2025ê) agirbesteke yekser û tevgir li parêzgeha Suweydayê ragihand, ev jî piştî nêzîkî hefteyekê ji şer û pevçûnan li wê parêzgeha ku piraniya şêniyên wê Dirûz in. Herwesa hêzên ewlehiya navxweyî jî li wê parêzgehê hatine belavkirin.

Kurdistan Haberleri

Îlham Ehmedê li ser salvegera rûxîna rejîma Beasê peyamek belav kir
Ebdî: Sûriyeya demokratîk û nenavendî bi vîna gel tê avakirin
Li Girê Keçel peykerekî 2,5 metreyî hat dîtin
Li Wanê erdhej çêbû
Amerîka: Konsulxaneya Hewlêrê ji bo me destpêka rûpeleke nû ye