Şandeyê taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo karûbarên Rojhilata Navîn, Tom Barrack, di çarçoveya serdaneke fermî de gihîşt Bexdayê. Tê payîn ku Barrack peyameke girîng a Trump a derbarê bêçekkirina komên çekdar û sînordarkirina bandora Îranê de, bigihîne rayedarên Iraqê.
Tom Barrack Îro 15ê Hezîranê di destpêka serdana xwe de, bi Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî re dicive. Li gorî zanyariyên ji çavkaniyên dîplomatîk, Barrack nameyeke taybet a Trump radestî Zeydî dike ku tê de daxwazeke zelal heye: Divê heta dawiya sala 2025an hemû komên çekdar ên li Iraqê werin kontrolkirin û çek ji destê wan werin girtin.
Ev yek di demeke de ye, komên mîna Ketayîb Hizbullah, Nuceba û Seyîd al-Şuheda bi eşkere ragihandine ku ew ne amade ne çekên xwe deynin û fermanên serokwezîr bicîh bînin. Ev helwesta komên çekdar bûye sedema bêbaweriyê li cem Trump û şandeyê wî, ji ber ku ew ditirsin ku ev kom piştî tevlîbûna nav hikûmetê jî di rewşên awarte de dîsa çekan li dijî berjewendiyên Amerîkayê bi kar bînin.
Tom Barrack dê di hevdîtina xwe ya bi Zeydî re tekez bike ku nabe çek li derveyî kontrola saziyên fermî yên dewletê bimînin. Her wiha, mijara bidawîkirina hejmona Îranê ya li ser biryarên siyasî û serbazî yên Iraqê û çend dosyeyên giring ên aborî jî li ser maseya gotûbêjan in.
Piştî hevdîtinên li Bexdayê, biryar e Barrack sibe serdana Hewlêrê bike. Barrack dê li paytexta Herêma Kurdistanê bi Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û serkirdeyên aliyên siyasî re bicive û guhertinên herêmî û pêwendiyên Hewlêr-Washingtonê gotûbêj bike.