Tirkiyeyê YouTuberê Efrînî Kewso dersînor kir

.

Tirkiyeyê YouTuberê Kurd ê Efrînî dersînor kir û ew şand Girê Spiya Rojavayê Kurdistanê.

YouTuberê navdar Danyal Îbîş ku wek Kewso tê naskirin ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ve hat girtin.

Hêzên Tirkiyeyê Kewso şand Girê Spiyê ku di bin dagirkeriya grûpên çekdar de ye.

Kewso dema ku dihat dersînorkirin di otobusê kurtevîdeoyek belav kir û got rewşa wan pir xerab e.

Herwiha Kewso da zanîn ku wan dişînin Girê Spiyê.

Heta niha jî ne diyar e bê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ji bo çi Kewso girtiye û ew dersînor kiriye.

YouTuberê navdar ê Kurd Danyal Îbîş li ser medyaya civakî gelekî dihat naskirin û vîdeoyên wî bi mîlyonan dihatin temaşekirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin