Tirkiyeyê piştî êrîşa Îsraîlê ya li Qeterê, dewriyeyên asîmanî zêde kirin

.

 Piştî êrîşa Îsraîlê ya li dijî serkirdeyên Hemasê li paytexta Qeterê, Dohayê, Tirkiyeyê tedbîrên xwe yên ewlehiya asîmanî zêde kirin. Hat ragihandin ku balafirên şer ên Tirk ji baregehên Diyarbekirê û Meletiyê yên li Bakurê Kurdistanê rabûne û dewriyeyên xwe li nêzîkî sînorên Rojavayê Kurdistanê Sûriye û Herêma Kurdistanê û Iraqê, weke pêngaveke pêşîlêgirtinê, zêde kirine.

Ev tevgera leşkerî di demekê de ne ku pisporên ewlehiyê dibêjin, îhtîmaleke mezin heye ku balafirên şer ên Îsraîlê ji bo gihîştina Qeterê qada asîmanî ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriye yan jî Herêma Kurdistanê û Iraqê bi kar anîbin. Serokê berê yê Daîreya Îstîxbarata Hêza Hewayî ya Tirkiyeyê, Gurseel Tokmakoglû, ev zêdekirina dewriyeyan weke "prosedureke standart" a artêşê di rewşên weha de bi nav kir.

Di heman demê de, piştî êrîşê, li ser medyaya civakî fikar derketin holê ku dibe ku Îsraîl endamên Hemasê yên li Stenbolê jî bike hedef. Karbidestên Tirk van spekulasyonan red dikin û tekez dikin ku Enqere tenê mêvandariya baskê siyasî yê Hemasê dike û tu piştgiriyeke leşkerî pêşkêş nake.

Ev pêngava leşkerî, aloziya kûr a di navbera Tirkiye û Îsraîlê de careke din radixe ber çavan. Di mehên dawî de, Enqereyê bazirganiya bi Îsraîlê re bi rawestand, banga bidûrxistina wê ji Neteweyên Yekbûyî kir û beşdarî doza qirkirinê ya li dijî wê bû li Dadgeha Navneteweyî ya Edaletê.

Rojhilta Navîn Haberleri

PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin
Macron, Starmer û Merz derbarê xwenîşandanên li Rojhilat û Îranê daxuyaniyeke hevpar da