Tirkiyeyê naveroka axaftina Erdogan û Nêçîrvan Barzanî eşkere kir

.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêya telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re axivî.

Erdogan ji ber êrişa li ser mala wî derbasbûyî ji Nêçîrvan Barzanî re xwest.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê derbarê pêwendiya bi telefonî ya Erdogan û Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek belav kir.

"Em li dijî van êrişan in"

Li gorî daxuyaniyê, Erdogan di pêwendiya bi telefonê de peyama piştgiriyê daye Serokê Herêma Kurdistanê.

Erdogan diyar kiriye ku Tirkiye her tim li dijî van êrişan û êrişên bi vî rengî ye û helwesta wan a di vî warî de zelal e.

Banga rawestandina şer

Her du serokan di pêwendiya bi telefonê de pêvajoya şer a li herêmê û rûdanê dawî jî gotûbêj kirin.

Erdogan bal kişand ser aloziyên dawî û tekez kir ku divê şer û pevçûnên li herêmê di demeke herî nêzîk de rawestin.

Kurdistan Haberleri

Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê
Patrick Kennedy: Li pêşiya Kurdan derfeteke mezin heye