Tirkiyeyê dest daniye ser mal û milkên 377 kes û saziyan

.

Tirkiyeyê dest daniye ser mal û milkên 377 kes û saziyan. Fethullah Gulen, Ekrem Dûmanli, Mûrat Karayilan, Cemîl Bayik û Dûran Kalkan jî di nav wan kesan de ne.

Tirkiyeyê bi biryara ku di rojnameya fermî de hatiye weşandin dest daniye ser mal û milkên 377 kes û saziyan. Fethûllah Gulen û serkirdeyên PKKê Mûrat Karayilan, Cemîl Bayik û Dûran Kalkan di nav wan kesan de ne.

Îmzeya Lutfî Elvan, Wezîrê Darayî û Xezîneyê û Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî li bin biryarê ye.

Biryar ji 12 rûpel û 4 beşan pêk hatiye

Di biryara 12 rûpelî de lîsteya 12 sazî û 365 kesên ku mal û milkên wan hatine girtin ji 4 beşan pêk hatiye.

Di lîsteya yekem de endamên rêxistina Gulen, duyem endamên DAEŞê, sêyem endamên PKKê û di lîsteya çarem de jî kesên endamên DHKP-Cyê ne cîh digirin.

Lîsteya yekem ji 205, duyem 86, sêyem 65 kes û 12 sazî û lîsteya çarem ji 9 kesan pêk hatiye.

Di beşa yekema lîsteyê de Navê Fethullah Gulen û endamên cemaeta wî yên wek “Hamdi Akin Îpek, Ekrem Dumanli, Hidayet Karaca û Onder Aytaç jî di wê lîstê de hene.

Her weha navên serkirdeyên PKKê Murat Karayilan, Alî Haydar Kaytan, Cemîl Bayik, Duran Kalkan, Remzî Kartal, Sabrî Ok, Riza Altûn û Zubeyîr Aydar jî di lîsteya kesên ku dewletê dest danîne ser mal û milkên wan de ne.

Navê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî(Ferhat Abdî Şahîn) jî di wê lîstê de ye.

Kurdistan Haberleri

Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin