Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û 36 berpirsên Îsraîlê, ji ber kiryarên li Xezeyê û astengkirina Fîloya alîkariyê ya Sumudê, biryara desteserkirinê da.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê 37 berpirsên Îsraîlê ku di nav de Serokwezîr Benjamin Netanyahu, Wezîrê Parastinê Îsrael Katz, Wezîrê Ewlehiya Neteweyî Itamar Ben-Gvir, Serokerkanê Giştî Eyal Zamir û Fermandarê Hêzên Deryayî David Saar Salama jî hene bi hinceta kiryarên li Xezeyê û astengkirina Fîloya Sumudê ya alîkariyê, lêpirsîn da destpêkirin.
Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê derbarê 37 berpirsên Îsraîlê biryara desteserkirinê da.
Serdozgeriyê di daxuyaniya xwe de anî ziman:
“Li gorî delîlên hatine bidestxistin, hatiye destnîşankirin ku berpirsên dewleta Îsraîlê ji ber kiryarên 'tawanên li dijî mirovahiyê' û 'komkujiyê' yên ku bi awayekî sîstematîk li Xezeyê hatine kirin û her wiha ji ber kiryarên li dijî Fîloya Sumudê ya Gerdûnî berpirsyar in.
Piştî ku hat destnîşankirin gumanbar niha ne li welatê me ne û nikarin werin desteserkirin, 7ê Çiriya Paşîn li ser daxwaza me, Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê ji bo 37 gumanbaran ku di nav de Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, Wezîrê Parastinê Îsrael Katz, Wezîrê Ewlehiya Neteweyî Itamar Ben-Gvir, Serokerkanê Giştî Eyal Zamir û Fermandarê Hêzên Deryayî David Saar Salama jî hene ji ber 'sûcên li dijî mirovahiyê' yên di xala 77an a Yasaya Ceza ya Tirkiyeyê de û sûcê 'komkujiyê' yê di xala 76an de, fermana girtinê da.
Lêpirsîn bi baldarî û bi awayekî piralî didome."