Tirkiye: Welatîyên wê direvin, ew hesabê welatîyên biyanî dike!

Dema ku Lîrayê Tirkiyê li hember Euro û Dolar bêqîymet bûye, derketina qanûneka weha dihê wê wateya ku hikumeta AKPê bi vê rêyê dixwaze qeyarana aborî sivik bike û duwîzan zêde bike.

Hukûmeta AKPê di qanûna hevwelayîya Tirk de guherîn çêkir; li gor Rojnameya Resmî dinivsîne;

Biyanîyên ku;

Bi şertên ku sê sal nefroşin,  bi nirxê milonek dolar gayrî-menkûl bikirin

Yên ku herî hindik di nirxê 2 milyon dolar de sermaye li Tirkiyê razînin

Yên ku bi şertên ku sê sal 3 milyon dolar pereyên xwe di bankeyên ku li Tirkiyeyê falîyet nîşan didin, de razînin  û qeydê wan nîşan bidin

Yên ku herî hindik 100 kes îsthdam bikin; dê hevwelatîya tirkîyê werbigirin.

Di dema ku bi sedan kes ji  ber  zilm û sebebên aborî terka Tirkiyê dikin û di dema ku qeyrana aborî dest pê kiriye û Lîrayê Tirkiyê li hember Euro û Dolar bêqîymet bûye, derketina qanûneka weha dihê wê wateya ku hikumeta AKPê bi vê rêyê dixwaze qeyarana aborî sivik bike û duwîzan zêde bike.

Werxuyaye talibên kesên ku bibin hevwelatîyên Tirkiyê; Erebên Xelîcê û kesên xîlebaz yên wek  Reza Zerrab bin.

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk di derbarê ‘’pêvajoya heyî’’ û behsên guhertina hinek yasayan de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Parlamentoya Sûriyeyê çend Kurd hene û kî ne?
Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin