Tirkiye û Îraqê li ser ‘projeya rêya hesinî’ li hev kiriye

.

Wezareta Veguhastinê ya Îraqê da zanîn ku Bexda û Enqereyê li ser bipêşvebirina rêya hesinî li hev kiriye.

Wezaretê da zanîn ku ev lihevkirin bi armanca çalakkirina bazirganiya her du welatan e.

Wezareta Veguhastinê ya Îraqê herwiha diyar kir ku şandeyeke Îraqê doh ji bo gûftûgokirina projeya “rêya bipêşketinê” çûye Enqereyê û gelek hevdîtin kirine.

Li gorî rêketfina ku hatiye kirin, dê kadroyên Îraqê li Akademiya Rêyên Hesinî ya Tirkiyeyê werin perwerdekirin.

Li hêla din, her du aliyan li hev kiriye ku şandeyên wan, rêya hesinî ya li ser sînorê Tirkiye û Bulgaristanê ziyaret bikin û li ser sîstema navneteweyî ya veguhastina baran agahiyan wergirin.

Îraq û Tirkiyeyê li hev kiriye ku li Bexda û Enqereyê ofîsên koordînasyonê bên vekirin, ji bo bicihkirina projeyê nexşerêyek were diyarkirin û ev civîn her meh li her du welatan werin kirin.

Tirkiye girîngiyeke zêde dide vê projeya rêya hesinî û wekî korîdoreke di navbera Ewropa û Çînê de dibîne.

Wezîrê Karên Dervê yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan gotibû, “Ev proje ji bo refah û aramiya Rojhilata Navîn gelekî girîng e.”

Projeya “rêya bipêşketinê” ji aliyê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve hatibû ragihandin.

Ev proje du rêyên bejahiyê û hesinî dihewîne ku ji Îraqê diçin Tirkiyeyê.

Kurdistan Haberleri

Gumrika Kurdistanê biryareke Bexdayê ya derbarê deriyê Îbrahîm Xelîl de red dike
Donald Trump: Şerê li dijî Îranê bi giranî qediyaye
Hevpeymaniya hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê civînek li dar xist
Îran û roja 10an - Êriş zêde bûn, bîlanço giran bû
Fransa: Divê di paşeroja Îranê de mafên Kurdan werin parastin