Tirkiyê nerazîbûn nîşanî nameya Biden a derbarê Rojava de da

Tirkiyê nerazîbûn nîşanî nameya Biden a derbarê Rojava de da

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bertek nîşanî nameya Biden a derbarê Rojava de da û îdîa kir ku Rêveberiya Amerikayê rastiyan ji Kongresê û welatiyên xwe vedişêre û got, li şûna Tirkiyê tawanbar bike bila dest ji polîtîkayên xwe yên şaş berde.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu 9ê Cotmeha 2021ê derbarê dirêjkirina biryarnameya Sûriyê û nameya Serokê Amerîkayê ya derbarê Tirkiyê de axivî.

Mevlut Çavuşoglu dibêje, “Ev name nameyeke copy past e. Rêveberiya Amerîkayê dema ji Kongresa xwe re nameyan dişînin an jî zanyariyan didin xelkê Amerîkî, rastiyê nabêjin. Ew jî dizanin ku di navbera PKK û YPGê de ti cûdahiyek nîne. Piştgiriyeke baş didin vê rêxistina terorê.”

Li gor Wezîrê Derve yê Tirkiyê, armanca Amerîkayê li Rojava ne şerê dijî DAIŞê ye û radigihîne, “Dema em dibêjin ev li gor yasayên Amerîkayê sûc e, ev jî ji ber wê yekê ye ku em dizanin armanca wan a li wê derê ne têkoşîna dijî DAIŞê ye. Li cîhanê yek artêş heye ku dijî DAIŞê têdikoşe, ew jî artêşa me ye.”

Naveroka nameya Biden a derbarê Rojava de

 Serokê Amerîkayê operasyonên serbazî yên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên jêr desthilata Rêveberiya Xweser bi dijwarî rexne dike û dibêje ew operasyon zerarê dighînin şerê dijî DAIŞê û jiyana sivîlan dixin metirsiyê.

Serokê Amerîkayê Joe Biden, dema biryara cîbicîkar a hejmar 13894 a taybet bi wan “gefan” dirêj kir ku di encama rewşa Sûriyê bo ser “asayîşa niştimanî û siyaseta derve ya Amerîkayê” de çêdibin. Biryar, Cotmeha sala 2019an hatiye îmzekirin.

Biden di nameyekê de ku divê di tomarên federalî yên Amerîkayê de bê belavkirin û radestî Kongresê bê kirin, nivîsiye, “Rewşa nav Sûriyê û girêdayî Sûriyê, bi taybetî ya ku bi pêngavên Tirkiyê ve girêdayî ye wek pêkanîna operasyonên serbazî li bakurê rojhilatê Sûriyê, bandoreke nerênî li operasyonên taybet bi têkşikandina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê-DAIŞê dike, jiyana welatiyên sivîl dixe metirsiyê, dibin gefeke zêdetir bo ser aştî, asayîş û aramiya navçeyê; ew kar berdewam jî dibin ku gefeke neasayî ye bo asayîşa niştimanî û siyaseta derve ya Wilayetên Yekbûyî.”

Biden dibêje, ji ber wan sedemên ku behs kirine, divê ew rewşa neasayî ya niştimanî ku li ser bingehê biryara cîbicîkar a hejmar 13894 di 14ê Cotmeha 2019an de derketiye bo piştî 14ê Cotmeha 2021ê jî berdewam be û bo dema saleke din tê dirêjkirin.

Nameya Serokê Amerîkayê di demekê de ye ku di dema sê salên borî de Tirkiyê du operasyonên serbazî bo ser Rojavayê Kurdistanê kirine. Çileya 2018an artêşa Tirkiyê û hêzên nêzîkê opozisyona Sûriyê ya Tirkiye piştgiriya wê dike êrîşî herêma Efrînê kirin û piştî nêzîka 2 meh şer, bajarê Efrînê û beşa zêde ya herêmê kontrol kirin. Cotmeha 2019an jî Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî wê êrîşî sînorekî din ê Rojavayê Kurdistanê kirin û Serê Kaniyê, Girê Spî û gundên derdora wan kontrol kirin.

Kurdistan Haberleri

Civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Hewlêrê hat kirin
Almanya - Civaka Kurd li dijî xîlafetê mîtîngekê li dar dixe
Iraqê paşde gav avêt: Karûbarên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin rawestandin
Di 5 salan de 10 hezar û 533 karker mirine
VÎDEO; Şandeya Herêma Kurdistanê li Amedê seredana hin partîyên Kurd kir