Tirkiyê li ser rêkeftina Siûdî û Qeterê çi got?

.

 Piştî ku şevê din hat ragihandin ku Erebistana Siûdî û Qeterê li hev kiriye rêyên bejahî û asmanî di navbera herdu welatan de piştî 3 salan werin vekirin, Wezareta Derve ya Tirkiyê jî daxuyaniyek weşand.

Welatên Ereb Erebistana Siûdî, Behreyn, Îmarat û Misirê sala 2017an bi hinceta piştevaniya terorê dike têkiliyên xwe bi Qeterê re birîbûn û yek ji daxwaza wan a serekî jî derxistina hêzên tirk û baregehên wê ji nav Qeterê bû.

Li gorî zanyariyan bi hewldanên rêveberiya Amerîkayê ya Donald Trump û şêwirmendê wî û zavayê wî Jared Kushner bi navbeynkariya Kûweytê ev lihevkirin çêbûye.

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku ew biryara vekirina deriyên bejahî, deryayî û asmanî di navbera Qeter û Erebistana Siûdî de bi kêfxweşî pêşwazî dikin û hat gotin, “Em hêvî dikin nakokî di çarçoveya rêzgirtina serweriya welatan de werin çareserkirin û demildest dorpêçên ser gelê Qeterê bên rakirin.”

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê