Tirkiye li Idlibê ji xaleke din a serbazî vedikişe

.

Tirkiyê xaleke din a çavdêriyê li Maret Numan a li parêzgeha Idlibê vala dike.

Li gorî rêkeftina di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de ji bo vekişîna ji navçeyên di bin destê Hikûmeta Sûriyê de, Tirkiyê xala Maret Numan vala dike.

Ew piştî vê yekê hat ku Tirkiyê xwe ji xalên Mork û Şîr Mexar yên berê tê de bicî bibû vekişand.

Parêzgeha Idlibê niha di bin kontrola grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye ku yek ji wan a herî bihêz El Nusre bi navê xwe yê nû Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) e û Tirkiye piştevaniya wan grûpan dike. 

Tirkiyê di çarçova piştevaniya wan grûpên çekdar de li herêma Idlibê hejmareke binkeyên serbazî ava kirine.

Vekişîna hêzên Tirkiyê di demekê de ye ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Heqil Omer xuleke rahênanê bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) vekirin,  Berdevkê Hevpeymaniya navdewletî ragihandiye ku hevpeymanên wan Kedeke mezin dane.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin