TIRKIYE - Koça kargehan a derve dest pê kir

.

 Koça kargehên tekstîl û konfeksiyonan a ji Tirkiyê a ber bi welatên din ve dest pê kir.

Serokê Giştî yê Sendîkaya Oz Îplîk-Îşê Rafî Ay, eşkere kir ku ji ber krîza aborî markeyên navdar kargehên xwe vediguhêzin derve û got, “Eger heye krîzeke nû ya bêkariyê derkeve.”

Rafî Ay da zanîn ku ew jî wekî kedkaran naxwazin bibin mexdûrê vê yekê û got: “Eger ev sektor neyê rizgarkirin, em dê 20 milyar dolar hinarde û 1,5 milyon karkeran ji dest bidin.”

Li gor medyaya Tirkiyeyê, krîza aborî wek hemû sektoran bandor li sektorên tekstîl û konfeksiyonê jî kiriye.

“Markeyên navdar kargehên xwe dibin derveyî Tirkiyeyê”

Rafî Ay diyar ku krîza aborî pişt li sektor û karkerên wan şikandiye û got: “Markeyên navdar kargehên xwe dibin derveyî welat.”

Li gorî Ay, di vê sala dawiyê de hejmareke zêde ya markeyên di sektorên tekstîl û konfeksiyonê de kargehên xwe birine welatên Misir, Cezayîr, Tunis û Bangladeşê û 604 kargehên biçûk hatine girtin û 134 hezar karkeran jî karên xwe ji dest dane.

“20 milyar dolar ji dest didin”

Ay bang li aliyên peywendîdar kir ku çareseriyekê ji vê yekê re bibînin û got: “Eger na em dê 20 milyar dolar hinarde û 1,5 milyon karkeran ji dest bidin. Herwiha dê sektor serûbinî hev bibe.”

Serokê Giştî yê Sendîkaya Oz Îplîk-Îşê Rafî Ay da zanîn ku dema ew marke biçin vegera wan zehmet e û got:

“Di demekê de ku damezrandin kêm dibe, bazara navxwe teng dibe, marke ji Tirkiyeyê derdikevin û hinarde kêm dibe lê kesek jî xwe nalivîne.”

RÛDAW

Rojhilta Navîn Haberleri

Îranê hişyarî da: 'Hûn dê her tiştî winda bikin'
Tirkiyeyê piştî êrîşa Îsraîlê ya li Qeterê, dewriyeyên asîmanî zêde kirin
Îsrail, daxwaza seredana Macron ya ji bo Îsraîlê qebûl nekir
Di teqîna li Belûcistanê de 4 kes mirin û 17 kes birîndar bûn
Sûdanî tekezî li hevkariya bi DYA re kir