Tirkîye: Karvedanên berfereh liser seradana Mesrûr Barzanî

Seredana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Tirkîyê û hevdîtinên wî yên digel berpirsên pilebilind ên wî welatî, di medyayê de jî cihek berfireh digre. Piranîya rojanameyên Tirkîyê di rûpelên xwe yên yekemîn de behsa seredana Mesrûr Barza

Navenda Nûçeyan- Rojnameya Karar dibêje, li Beştepeyê Koşka Serokomarîyê digel Erdogan ligel Mesrûr Barzanî lûtkeyek 60 deqeyî pêkanî.

Rojnameya Yenî Şafak, axaftina Çavuşoglu ya ji bo seredana Mesrûr Barzanî derdixe pêş, ko Çavuşoglu gotibû Mesrûr Barzanî seredana xwe ya yekemîn bo Tirkîye dike. Ji ber vê yekê, wateya seredanê taybet e û ew keyfxweş e.  

Rojnameya Birgûnê jî, bal dikşîne ser seredana yekemîn a fermî ya Mesrûr Barzanî û radighîne: Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mewlût Çavuşoglu di derbarê operasyona Surîyê de agahî dan e Mesrûr Barzanî. Mesrûr Barzanî jî, liser operasyonê dilgiranîyên xwe ji berpirsên Tirkîyê re ragihandin e.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi daxûyanîyekê naveroka hevdîtinên li Enqereyê eşkere dike. Li gor wê daxûyanîyê,  Mesrûr Barzanî  ji Serokomarê Tirkîyê Recep Tayîp Erdoganî re dîyar kirîye, ko Herêma Kurdistanê ji bo seqamgirî û aşitîya navçeyê bihêz e û digel cîranên xwe jî, dê di nava danûstandineke xweşbîn û erenî de be. Tirkîye û herêma Kurdistanê, li ser pêwendîyên bihêz xwedî yêk nêrîn in. Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha amajeya wê yekê jî dike, ko nabe hin alî xaka herêma Kurdistanê ji bo êrîşên dijî welatên cîran bikar bînin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî, bi twîtekê dîyar dike, ko hevdîtina wî ya digel Erdoganî gelek erenî bû ye. Bazirganîya dualî û seqamgirîya navçeyê jî nav de, li ser hejmarek mijarên ko berjewendîya hevbeş li xwe digre, danûstandinen berhemdar kirin e.

 Çavkanî: K24

 

Siyaset Haberleri

Berdevka Komisyona Îraqê: Me tevaya rêkarên xwe ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê rawestandin
Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir