Tirkiye hêzên zêdetir li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê bi cî dike

Artêşa Tirkiyê li ser şandina hêzê bo bajarokê Kaniya Xezalan ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê berdewam e ku hevsînor e ligel Rojavayê Kurdistanê.

Artêşa Tirkiyê li ser şandina hêzê bo bajarokê Kaniya Xezalan ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê berdewam e ku hevsînor e ligel Rojavayê Kurdistanê.

 

Li gor agahiyan, derengê şeva derbasbûyî karwaneke din a leşkerî ya Artêşa Tirkiyê ku ji çend wesayitên leşkerî pêkdihat, gihîşte bajarokê Kaniya Xezalan (Akçakala), ku berpirsên serbazî yên Tirkiye û Amerîkayê, ji bo pêkanîna Navenda Operasyonên Hevbeş lê kar dikin.

 

Ew karwana leşkerî di jêr tedbîrên tund ên ewlekariyê de gihişte navçeya Kaniya Xezalan a ser bi parêzgeha Rihayê ve.

 

Li gor medyaya Tirikiyê, çavkaniyên leşkerî yên wî welatî ragihandin, ew hêzên nû bi armanca piştgirîkirina yekîneyên leşkerî yên artêşa Tirkiyê yên li ser sînorê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê, li navçeyên sînorî tên bicîhkirin.

 

Şandina wan hêzên nû bo ser sînor di demekê de ye, ku Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandiye, bi armanca avakirina ''Navçeya Aram'' li bakurê Sûriyê karûbarên pêkanîna jêrxana ''Navenda Operasyonên Hevbeş'' bi hevahengiya ligel Amerîkayê dest pê kiriye.

 

Ji bo pêkanîna jêrxana ''Navenda Operasyonên Hevbeş'', roja Duşemê 12ê Tebaxê di çarçoveya rêkeftina navbera Tirkiye û Amerîkayê de li ser Navçeya Aram, şandeke leşkerî ya Amerîkayê ku ji şeş kesan pêkdihat, gihiştibû parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê.

 

Amerîka û Tirkiye roja 7ê Tebaxê piştî 3 roj ji civînên şandên leşkerî yên herdu welatan li Enqerê, ragihandibûn ku ew li ser “avakirina navçeya aram bi hev re” û “damezrandina navendeke hevbeş bo hevahengî û birêvebirina karên damezrandina navçeya aram” li hev kirine.

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da