Tirkiye dê “piştî cejna Qurbanê” êriş bike

Amerîka li hember tehdîdên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê nerazîbûn nîşan da û ragihand, ew qebûl nakin Tirkiye êrişî Rojavayê Kurdistanê bike.

Amerîka li hember tehdîdên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê nerazîbûn nîşan da û ragihand, ew qebûl nakin Tirkiye êrişî “bakûrê Sûriyê” bike.

Wezîrê Berevaniya Amerîka Mark Esper li ser tehdîdên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da û ragihand, ew qebûl nakin Tirkiye êrişî wê herêmê bike.

Mark Esper her wiha got, em nahêlin Tirkiye derbasî bakûrê Sûriyê bibe. Em hêvîdar in li ser vê mijarê bi Tirkiyê re bigihên rêkeftinê.

Berpirsekî artêşa Tirkiyê jî gotiye, Tirkiye dê piştî cejna Qurbanê êrişî Rojavayê Kurdistanê bike.

Siyaset Haberleri

CENTCOM: Ji bilî şerê dijî Îranê tu vebijarkek nîne
Netanyahû plana Trump red kir: Kushner diçe Xeze û Misrê
Lavrov gef li Yekîtiya Ewropayê xwar: Hedefan em ê diyar bikin
Hêzên Îranê li kolberê Kurd bi guleyên rasterast kuşt
Rêyên alternatîf ên Tengava Hurmizê: Îraq berê xwe diguherîne