Tirkiye çekdarên Sûrî bo Somaliyê amade dike

.

Artêşa Tirkiyê li 5 navendên rahênanê li herêma Efrîna rojavayê Kurdistanê, çekdarên opozisyona Sûriyê amade dike ku wan bişîne Somaliyê li parzemîna Afrîkayê.

Li gor zanyariyan artêşa Tirkiyê li gundên Meydan Ikbis, Bîska, Belîka, Benîrka, 5 navedên nû yên rahênana serbazî ava kirine.

Çavkaniyên ser bi opozisyona Sûriyê  ragihandin, heya niha hin girûpên çekdar red dikin ku biçin Somaliyê û hinek grûpan jî dest bi rahênanê kirine.

Di heman demê de, Hikûmeta Tirkiyê li çend deverên gundewarê Meqedîşo, navên Tirkî li gund û saziyên xizmetguzariyê kiriye û bingehên xwe yên serbazî firehtir dike.

Bingehên serbazî yên Tirkî li Somaliyê di sala 2011ê de hatine damezrandin û hezar û 200 serbaz têde dimînin.

Ev yek di demekê de ye ku Tirkiyê berî niha bi deh hezaran çekdar şandibûn Lîbyayê. Herwiha hatibû belavkirin ku Tirkiyê ji bo piştevaniya Azerbaycanê çekdarên Sûrî şandine Qerebaxê jî li dijî Ermenistanê.

Rojhilta Navîn Haberleri

Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin
Macron, Starmer û Merz derbarê xwenîşandanên li Rojhilat û Îranê daxuyaniyeke hevpar da
Peyama nû ya Trump: Îran ji her demê bêtir nêzikî azadiyê ye
Derbarê Çemçemalê, ev yek bi xelkê nayê kirin - Arif Qurbanî
ÎDLIB - Operasyona li dijî çekdarên Fransiz: Kuştî û birîndar hene