Tirkîye: 5 kesên din ji ber Koronayê mirin

Hejmara berkeftîyan jî gelekî zêde bûye

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Tendirustîyê yê Tirkîyê Fahrettin Koca ragihand, hejmara kesên ku li wî welatî bi vîrusa Koronayê jîyana xwe ji dest dane, gihîşte 9 kesan.

Wezîrê tenduristîya Tirkîyê Fahrettîn Koça şeva borî li ser twîttera xwe ragihand, di heyama 24 saetên borî de, 5 kesên din ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara mirîyên wê nexweşîyê li Tirkîyê gihîştîye 9 kesan.

Fahrettîn Koça da zanîn, pişkinîna vîrusa Koronayê ji 3 hezar 656 kesan re hatîye kirin û di encamê de derketîye holê ku 311 kesên din bi wê vîrusê ketine û niha hejmara kesên ku li wî welatî bi vîrusa Koronayê ketine, gihîştîye 670 kesan.

Heta niha jî Tirkîyê navên wan bajar û deverên ku nexweşîya Koronayê lê belav bûne, eşkere nekirîye.

 

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist