Tirkan li Ankarayê li mêvanê xwe gilî kir

Herweha parêzger Mete Eryilmaz doza girtina baregeha Încîrlîkê jî dike.

Avukatekî Tirk serokerkan Joseph Dunford jî di nav de çend berpirsên bilind yên DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) li ba dozgerê Bakirkoyê bi sûcdarîya ”îhlalkirina Qanûna Esasî” û ”propogandakirina terorê” gilî kir.

Avûkat Mert Eryilmaz bi sûcdarîya ”îhlalkirina Qanûna Esasî” û ”propogandakirina rêxistina terorê” sê berpirsên bilind ên DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê), serokerkan Joseph Dunford, Berpirsê Îstixbarata Netewî James Clapper û Fermandarê Hêzên Navendî Joseph Votel li ba dozgerê Bakirkoyê bi beyanameyekê gilî kir. Eryilmaz di gilînameya xwe de îddîa dike ku DYA bi rîya baregeha Încîrlîkê fîîlî beşdarî darbeya leşkerî bûye û ji generalên darbekar re bûye alîkar.

Di vî warî de çend nimûneyan dide, wek di şeva hewildana darbeyê de 8 balefirên bar ku ne aîdê Tirkîyeyê ne li balefirgeha Meletîyî danîne û dû re sewqî Încîrlîkê kirine. Herweha sê balefir ji Încîrlikê ku baregeha leşkerî ya DYA ye, rabûne li hewayê benzîna balefirgehên darbekaran dagirtine û çend balefir jî bi xwe tevî bombebaranê bûne. Li gor gilînameya Eryilmazî, darbeya eskerî ya 15ê Tîrmehê ji Încîrlîkê hatîye îdarekirin.

Herweha Parêzger Mete Eryilmaz axaftina Berpirsê Îstixbarata Netewî James Clapper ku li forma ewlekarîyê ya li Colorado destnîşan dike; ”Hewildana darbeyê û biserneketina wê tesîra xwe li ser hemû dezgehên ewlekarîya netewî kirîye. Hinek muxatabên me yan hatine girtin, yan jî hatine tasfîyekirin. Bêşik ev rewş bandora xwe li ser hemû stratejîya DYA ya Rojhilata Navîn wê bike”.Li gor beyannameyê di heman formê de Fermandarê Hêzên Navendî Joseph Votel jî gotîye ”Bê şik bi gelek berpirsên Tirkan re, bi taybetî jî bi berpisên leşkerî re pêwendîyên me hene. Ez bi xem im ka ev têkilî bi çi rengî wê bê meşandin”.

Herweha parêzger Mete Eryilmaz doza girtina baregeha Încîrlîkê jî dike.

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da