Tîma wezîran a YNKê sibê beşdarî civîna Encûmena Wezîran dibe

.

Jêderekî ji Encûmena Wezîran ji K24ê re ragihand, biryar e sibe Yekşemê tîma wezîran a YNKê beşdarî civîna Encûmena Wezîran bibe.

Li gor zanyariyên K24ê, sibe Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê dicive û tîma wezîran a YNKê beşdarî civîna Encûmena Wezîran bibe.

Roja Duşemê 8ê Gulana 2023an Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî kir û di atmosfereke erênî de pirsgirêkên darayî û îdarî yên li pêşiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. her du alî li ser çareserkirina hemû pirsgirêkan bi diyalog û hevkariya di navbera hemû komên wezîran ên di nava Encûmena wezîran de, hevnêrîn bûn.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li hejmara xwe yê Twîtterê dilxweşiya xwe ya ji bo mêvandariya Qubad Talebanî nîşan da û got, bi giyanê diyalogeke avaker û vekirî, me behsa mijarên nav hikûmetê kirin û li ser rêyên avêtina pêngavan ber bi pêş ve, li hev kir.

Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro 13 Gulana 2023an civiya û li gorî daxuyaniyekê, di civînê de tekezî li ser yekrêzî û pêşvebirina proseya siyasî hatiye kirin.

Kurdistan Haberleri

Brîtanya amadehiya qedexekirina Supaya Pasdaran dike
Li Bursayê piştgiriya Amedsporê: Alayên kesk û sor li avahiyan hatin daliqandin
Joe Wilson: Divê em dawî li serdestiya Îranê ya li Îraqê bînin
Yekşemê şandeke Parlamentoya Iraqê serdana PDKê dike
Qubad Talebanî: Em dixwazin bibin hinardekarên kareba û xwarinê