Tîma ‘Visit Kurdistan’ a formulayê du serkeftinên mezin bi dest xistin

.

Tîma ‘Visit Kurdistan’ a pêşbirkên otomobîlan di du pêşbirkên li Îtalya û Holandayê de pileya duyemîniyê bi dest xist.

Îshak Tutumlu (İsaac Tulumlu) yê endamê tîma ‘Visit Kurdistan’ê, ku tîmeke pêşbirka formulayê ye, di sê hefteyan de du caran pileya duyemîniyê bi dest xistiye.

Tulumlu bi alaya Kurdistanê tevlî wan her du pêşbirkan bû. Vê hefteyê di pêşbirka Misanoyê de li Îtalyayê û berî du hefteyan jî di pêşbirkeke din de li Holandayê beşdarî kir û di wan her du pêşbirkan de pileya duyemîniyê bi dest xist.

Îshak Tulumlu û tîma wî niha ji bo pêşbirkeke din a mezin amadekariyan dike ku biryar e çend rojên din li Fransayê bê lidarxistin û ew dixwazin bi alaya Kurdistanê pileya yekemîniyê bi dest bixin.

Îshak Tutumlu hemwelatiyê Spanyayê ye û û bi eslê xwe Kurdekî ji Bakurê Kurdistanê ye. Ew li herêma Katalonya ya Spanyayê mezin bûye û tevlî çalakiyên werzîşî û bi taybet pêşbirkên otomobîlan dibe.

Kurdistan Haberleri

Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne