Li eyaleta Nordrhein-Westfalenê ya Almanyayê di tûra duyem a hilbijartinên xwecihî de namzeda Partiya Keskan a Kurd Bêrîvan Aymaz li hemberî hevrikê xwe yê ji Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Torsten Burmester têk çû û nekarî bibe şaredara Kolnê.
Hilbijartinên tûra duyem ji bo wan namzedan hatin kirin ku di tûra yekem a 14ê Îlonê de rêjeya dengên wan negihîştibû ji sedî 50yî.
Li gorî encamên nefermî, Burmester bi rêjeya ji sedî 53,48ê dengan bi ser ket û Aymazê jî ji sedî 46,52yê dengan sitand.
Aymaz di tûra yekem a hilbijartinê de ku du hefte berê hatibû kirin, bi rêjeya ji sedî 28,12ê dengan bûbû yekem.
Burmester jî di tûra yekem de tenê ji sedî 21,33yê dengan wergirtibû.
Lê belê, piştgiriya Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) ji bo namzedê Partiya Sosyal Demokrat di tûra duyem de, di zêdekirina dengên Burmester û serkeftina wî de diyarker bû.
Aymaza ku ji sala 2017an ve parlamentera Partiya Keskan a eyaleta Nordrhein-Westfalenê ye (Ren-Westfalyaya Bakur) û Alîkara Serokê Parlamentoyê ye, eger bi ser biketa dê bibûya şaredara yekem a Kurd a bajarekî ku nifûsa wê ji milyonekê zêdetir e.
AfD bi ser neket
Li bajarên wekî Hagen, Gelsenkirchen, Duisburg û Bergheimê namzedên partiya rastgir a tundrew Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) nekarîn li hemberî hevrikên xwe yên ji SPD û CDUyê bi ser bikevin.
Yek ji encamên herî balkêş ên hilbijartinê ji Dortmundê hat. Şaredariya ku nêzîkî 80 salan di bin rêveberiya SPDê de bû, di vê hilbijartinê de derbasî destê CDUyê bû.
Eyaleta herî mezin a Almanyayê
Ren-Westfalya Bakur bi nifûsa xwe ya zêdetirî 18 milyonî eyaleta herî qerebalix a Almanyayê ye û bi rûbera xwe ya 34 hezar kîlometre çargoşe jî yek ji eyaletên herî mezin e.
Li eyaletê 13 milyon û 700 hezar dengdêr hene.
Ji ber pêkhateya xwe ya demografîk, hilbijartinên li Ren-Westfalyaya Bakur di asta federal de jî ji nêzîk ve tên şopandin.
Li eyaleta ku nêzîkî milyonek kesên bi eslê xwe ji Tirkiyeyê lê dijîn, 4 konsulxaneyên Tirkiyeyê hene.