Tezkereya Iraq û Sûriyeyê li Meclîsê hat pesendkirin

Tezkereya dirêjkirina dema erkê leşkeran li Îraq û Sûriyeyê a ji bo sê salan bi dengê AKP, MHP û İYİ Partiyê hat pesendkirin.

Tezkereya ku bi îmzeya Serokê Giştî ê AKPê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan pêşkeşî parlamentoyê hat kirin, bi piraniya dengan pesend bû.

Piştî vê biryarê dê leşkerên Tirkiyeyê 3 salên din li Herêma Kurdistanê û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bimînin.

DEM Partî, CHP û Partiya Kedê (EMEP) dengê “na” dan lê tezkere bi piraniya dengên AK Partî, MHP û ÎYÎ Partiyê ji Parlamentoyê derbas bû.

Komcivîna Giştî ya Parlamentoyê doh bi serokatiya Alîkarê Serokê Parlamentoyê Celal Adan dest pê kir. Di civînê de tezkereya Serokomariyê ya derbarê dirêjkirina dema erkê leşkeran li Îraq û Sûriyê hat gotûbêjkirin.

Piştî gotûbêj û axaftinên parlamenterên aliyên siyasî yên derbarê wê tezkereyê dengan hat kirin. DEM Partî, CHP û EMEPê dengên “na” dan tezkereyê.

Her weha AK Partî, MHP û ÎYÎ Partiyê dengên “erê” dan û tezkereya Îraq û Sûriyeyê bi piraniya dendên wan di Lijneya Giştî ya Parlamentoyê de hat qebûlkirin.

Lê Erdogan roja pêncşemê, tezkereya ku destûra operasyonên derveyî sînor ên li Iraq û Suriyeyê sê salên din dirêj dike şandibû parlamentoyê.

Piştî qebûlkirina vê tezkereyê destûra Artêşa Tirkiyeyê ya ji bo pêkanîna operasyonan li van herêman dê heta dawiya sala 2028an berdewam bike.

Destûra şandina leşkeran cara yekem bi biryara parlamentoyê 2yê Çiriya Pêşîn a 2014an hatibû dayîn û herî dawî jî 17ê Çiriya Pêşîn a 2023yan hatibû dirêjkirin.

Siyaset Haberleri

Baroyên Bakurê Kurdistanê li ser Rojîn Kabaîşê daxuyaniyeke hevpar da
Hemas: Em çekan danaynin û ewlehiya Xezeyê dê di destê me de be
Dadgeha Îranî ya Kermanşahê 20 sal ceza da çalakvanên dînî
Fûara Pirtûkan ya 9em ya Diyarbekirê destpêkir
Ji dema ketina rêjîma Esed ve 41 goristanên bikomî hatine dîtin