Tevî agirbesta du hefteyî ya ku di navbera Îsraîl, Amerîka û Îranê de hatibû ragihandin, êrişên li Herêma Kurdistanê didomin.
Ji roja Çarşemê ve herî kêm çar êrişên dronî li Hewlêrê û derdora wê hatine kirin.
Li gorî zanyariyên ku Rûdawê, ji 28ê Sibatê ve ku şer dest pê kiribû heta 8ê Nîsanê ku agirbest hat ragihandin, bi giştî 703 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatibû kirin.
Bi êrişên piştî agirbestê re ev hejmar derket 707an.
Di heman demê de 17 kesan canê xwe ji dest da û 92 kes jî birîndar bûn.
Êrişên piştî agirbestê
10ê Nîsanê (01:30): Li navçeya Herîrê ya Hewlêrê teqîneke bihêz çêbû. Nehat zelalkirin ka teqîn ji ber mûşekekê bûye yan jî ji ber dronekê.
10ê Nîsanê (12:50): Li devera Xelîfanê ya Hewlêrê teqînek çêbû.
9ê Nîsanê (03:40): Li Hewlêrê êrişek pêk hat ku tê nirxandin herî kêm dronek tê de hatiye bikaranîn.
8ê Nîsanê (10:35): Çend demjimêran piştî ragihandina agirbestê, bi dronê êrişî herêma Herîrê hat kirin.
Amara êrişan li gorî parêzgehan:
Hewlêr: 564
Silêmanî: 115
Dihok: 26
Helebce: 2
Qurbaniyên êrişan
Di encama wan êrişan de bi giştî 17 kesan canê xwe ji dest da.
Di nav wan kesên ku canê xwe ji dest daye de, 7 Pêşmerge li Xelîfanê, karmendekî Asayîşê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê û jin û mêrek ku li mala xwe bûn armanc.
Her wiha 6 kesên ser bi partiyên Rojhilatê Kurdistanê ve û leşkerekî Fransayê ku 12ê Adarê li Hewlêrê canê xwe ji dest dabû, di nav qurbaniyan de ne.