Tevgera Avakirina Demokratîk a Kurdistanî - Sûriye hat avakirin

.

Avakirina "Tevgera Avakirina Demokratîk a Kurdistanî - Sûriye"yê hat ragihandin.

Heta ku kongre bê lidarxistin dê Mistefa Cuma rêveberiya Tevgera Avakirina Demokratîk a Kurdistanî - Sûriyeyê bike.

Li bajarê Dortmundê yê Almanyayê, li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê û li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê civîna endam û rêvebirên Tevgera Avakirina Demokratîk a Kurdistanî - Sûriyeyê bi rê ve çû.

Endamê Desteya Serkirdayetiya Demkî ya Tevgera Avakirina Demokratîk a Kurdistanî - Sûriyeyê Ebdila Îmam ji Rûdawê re got:

“Heta lidarxistina kongreyê,  Mistefa Cumayê endamê berê yê Polîtburoya PDK-Syê û sekreterê berê yê Partiya Azadiyê dê rêveberiya tevgerê bike.”

Ebdila Îmam eşkere kir ku Desteya Serkirdayetiya Demkî ya Tevgera Avakirina Demokratîk a Kurdistanî - Sûriyeyê 20 kes in. 

Mistefa Cuma di kongreya dawî ya PDK-Syê de wekî serkirde nehatibû hilbijartin.

Cuma wê demê ji Rûdawê re gotibû, ew wek endamên Partiya Azadiyê hatine piştguhkirin û ew dê partiyeke nû ava bikin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin