Teşkîlata PAKê ya Wanê li avahîya xwe ya nû de du salîya PAKê pîroz kir

Teşkîlata Wanê ya PAKê roja 29.10.2016an li avahîya xwe ya nû, du salİya PAKê pîroz kir.

Teşkîlata Wanê ya PAKê roja 29.10.2016an li avahîya xwe ya nû, du salİya PAKê pîroz kir.

Rêveber, endam û dostên PAKê û gelê me yê Wanê beşdarî pîrozbahîyê bûn.   Dezgahên ragehandinê û rojnamavanên Wanê eleqeyeke baş nîşan dan.

Seroka Teşkîlata Tuşba ya Wanê Hulya Kayaalp  bi Tirkî, endamê Meclîsa PAKê Îsmet Elçî jî bi Kurdî di derbarê xebat û perspektîf û rola PAKê di têkoşîna azadîya Kurdistanê de  axaftin kirin.

Paşê beşdaran daxwaz, pêşniyarî û fikrên xwe pêşkêş kirin.

Wekî tê zanîn piştî teqîna  ku di cejna qurbanê de li Wanê rûdabû, avahîya PAKê zeraareke mezin dîtibû û Teşkîlata Wanê ya PAKê mecbûr mabû cîhê xwe biguhere. Pîrozbahîya du salîya PAKê  li cîhê xwe yê nû, hêvî û morala  PAKîyan û dostên PAKîyan geştir kir.

Pîrozbahî di atmosfereke germ û berhemdar de derbas bû.

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist