Temelli bo rexneyên Demirtaşî: Rêbaz şaş e

Hevserokê HDPê Sezayi Temelli rexneyên Hevserokê Berê Selahattin Demirtaş yên ji bo HDPê şîrove kir. Temelli got 'rxneyên Demirtaşî hêja ne bes rêbaz şaş e. Nivîsarên bi vî rengî di lijneyên me de tên nirxandin û ji raya giştî re têne eşkerekirin.'

Hevseroke HDPê Sezayî Temelli doh êvarê di YOL TVyê de rexneyên Demirtaşî bo HDPî nirxand. 

Temelli got: "Demirtaş taca serê partiya me ye, me di salên 2014 û 2018an de namzetê serokomariyê yê partiya me bû. Heke Demîrtaş nivisandibe, biqîmet e. Lê rêbaz şaş e. Rêbaz ev e: Lijneyên partiyê hene, di nav lijneyan de rexne û xwerexne pir girîng in. Divê peşî ev rexne werin lijneyên me, werin nirxandin û heke li ser parvekirina bo rayagiştî hemfikir bin wê werin parvekirin."

Herwiha Temelli got ku li ser vê mijarê ew ê xwerexneyi nedin rayagiştî.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku heftiya borî gotarek nivîsandibû û hin rexne ji HDPe re kiribû û gotibû 'divê HDPê ji atmosfera betlaneyê derkeve û dakeve qadan. Ew kesên ku çaverê têne kirin ku rêbertiya gel bikin, divê xwediyê sekneke hê wêrektir û bibiryartir bibin. Divê HDP ê li TBMMê lîstika demokrasiyê nelîze.'

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist