Telika sala 1930 ya Tirkiyeya Kemalist: Soza xweseriyê ji bo jinavbirina tevgera kurd

.

Amadekar: Mihemedsalih Qadirî

Komara Tirkiyeyê - Serokatiya Wezîran

Wezareta Navxweyî - Rêveberiya Giştî ya Ewlekariya Giştî - Hejmar: 137

Wergera beşa yekem a wê gotara ku di rojnameya (Arevêlk) ya li bajarê Selanîkê hatiye weşandin, di roja 17ê nîsana 1930î de, rûpel 1, stûna 2.

Tevgera kurdan:

Ji bo ku em xwendevanên xwe ji wan bûyerên ku li welatê me ya wêrankirî diqewimin agahdar bikin, em van nivîsên jêrîn ên derbarê tevgera serhildêr a kurdan de, ku ji rojnameya (Troşak) hatine girtin, belav dikin:

Rojnameya (Musavat) ku dengê nêrînên wan kurdên opozîsyon e ku reviyane Misrê, çend roj berê nûçeyek belav kir ku bi gotina wan di navbera kurdan de danûstandinek bi armanca avakirina Kurdistaneke serbixwe hatiye kirin. Di rojnameyeke tirkî de jî kopiyeke wê pêşnûmeyê derketiye ku tekezî li ser wan danûstandinan dike. Çawa ku di serdema desthilatdariya sultanên Osmanî de, her gava hikûmet rastî rewşeke dijwar dihat, wan gelek telik datanîn, niha jî hikûmeta kemalist bi pêşniyara "Îbrahîm Talî Bey", walîyê giştî, ji bo ku dilê kurdan bikişîne, telikeke bi vî rengî daniye.

Hem li Sasûnê û hem jî li Dêrsimê, wê berxwedana ku îro kurd nîşan didin, wek serdema sultanan bi tu awayî nehatiye şikandin. Her çend hikûmet bi armanca kêmkirina vê berxwedanê, hewl dide xelkê navçeyên çiyayî daxe deştan û gundan û erd û xaniyan bide wan, lê ev yek ne bes bûye; lewma vê carê soza wê yekê dane wan ku eger çekên xwe radest bikin, mafê xweseriya herêmî û begzadiyê wê bidin wan.

Lê kurd, bi taybetî dêrsimî, pir baş dizanin ku radestkirina çekan bi çi wateyê tê; bi taybetî piştî ezmûna ermeniyan di dîrokê de, ji her carê bêtir hişyar bûne. Her li gorî wan nûçeyên ku ji çavkaniyên kurdî gihîştine me û hatine piştrastkirin, "Îbrahîm Talî Bey" dema cara dawî li Enqereyê bû, bi encûmena wezîran re pêşniyar kiriye ku cureyek ji xweseriyê bidin Kurdistanê û di wê çarçoveyê de kesekî ku rehên wî kurd in, wek serokê hikûmeta Kurdistanê were destnîşankirin.

Nirxandin:

Ev belgeyeke fermî ya dewleta Tirkiyeyê ye ku vedigere navîna salên 1930î; ew serdema ku Şoreşa Agiriyê di lûtkeya geşedana xwe de bû û navçeyên Dêrsim û Sasûnê jî cihê berxwedana bênavber bûn. Belge bi awayekî zelal telikeke stratejîk a ku hikûmeta kemalist bi serkêşiya «Îbrahîm Talî Bey» (Walî û Kontrolkerê Giştî yê navçeya rojhilat) datanî, eşkere dike. Pîlan ew bû ku soza «xweseriya herêmî» bidin kurdan, li hemberî radestkirina çekan, veguhastina wan ji çiyayan bo deştan û dayîna erd û zeviyan; ev tenê ji bo wê bû ku hêza berxwedana şoreşgerên kurd lawaz bikin û raperîna Agiriyê têk bibin. Ev pîlan di qonaxeke hestiyar de -piştî şoreşa Şêx Seîd (1925) û di dema şoreşa Agiriyê (1927-1930)- hatiye danîn, ku di wê demê de şoreşê bi riya «Komara Agiriyê» bi serokatiya «Îhsan Nûrî Paşa» û rêxistina «Xoybûnê», gihîştibû qonaxeke pêşketî.

Desthilatdarên tirk ji serdema sultanan ve heman teknîka «telikê» bi kar anîne (sozdana bi kurdan di dema lawaziya xwe de, piştre paşvekişîn û jinavbirina wan). Kemalistan jî heman rêç girtin: di dema lawaziyê de (bi sedema şoreşan û zextên navneteweyî) soz didin, lê gava desthilatdariya wan xurt dibe, dest bi tepisandinê dikin. Bo nimûne: Şoreşa Agiriyê bi bordûman û tepisandina leşkerî bi dawî bû (1930-1931). Li Dêrsimê jî (1937-1938) bi fermana encûmena wezîran (bi beşdariya Ataturk) êrîşeke hovane pêk hat: bordûman, bi kar anîna gaza kîmyewî, şewitandina xelkê bi zindî di şikeftan de, komkujî (bi texmîna 13 hezar heta 40 hezar kesî), sirgûnkirin û guhertina navê Dêrsimê bo «Tuncelî»; ew karesata ku wek «Doza Dêrsimê» tê naskirin û li cem piraniyan wek jenosîd tê hejmartin.

Encamgirtin:

Ev belge pîlana dirêj-xayîn û stratejiya giştî ya «tirkkirin»-a serdema Mistefa Kemal derdixe holê ku bandora wê heta niha jî berdewam e û bi her awayekî bûbe -ji telika siyasî heta tepisandina leşkerî- hewl dane nasnameya kurdî jinav bibin û ziman, nav, cilûberg û dîroka kurd qedexe bikin, herwiha kurdan bi zorê bo navçeyên Anatoliyê sirgûn bikin û bi cih bikin.

Ev belge ji bo kurdan bîranîneke dîrokî ya girîng e; nîşan dide desthilatdarên tirk qet bê telik soz nedane kurdan û berdewam bûne li ser cîbicîkirina siyaseta «yek netewe, yek ziman, yek dewlet». Ev rastî di dîrokê de dubare bûye û hîn jî bandora wê di siyaseta îro ya Tirkiyeyê de bi zelalî tê dîtin.

 

Siyaset Haberleri

Putin daxwaza hevdîtinê ya Zelensky red kir: ‘Şer hilbijart’
Serok Barzanî, Balyozê Tirkiyeyê qebûl kir
Endamên Kongressê ji Kurdistan24ê re: Em piştgiriya sînordarkirina desthilatên Trump dikin
Wezareta Pêşmergeyan ji Koalîsyonê daxwaza peymaneke nû dike
Weşanxaneyên Bakurê Kurdistanê çima beşdarî pêşangeha li Hewlêrê nebûn?