Têkçûna Hevkêşeyan û Paşeroja Nediyar a Kurdan di Lîstika Zilhêzan de

.

N. Dr. Mecîd Heqî

Pênc mehên destpêkê yên sala 2026'an, ne tenê wekî saleke asayî, belku wekî destpêka qonaxeke nû ya jeopolîtîk li Rojhilata Navîn tê xwendin. Ev serdem, şahidê têkçûna hevkêşeyên klasîk, guherîna nêrîna zilhêzan a li hemberî mafên neteweyî û destpêka qonaxeke nû ya «realîzma siyasî» bû ku tê de Kurd, careke din, xwe di navenda hevrikiyeke çarenivîssaz de dibînin.

Sal bi dîmenekî trajîdîk dest pê kir. Di Çileya 2026'an de, dema ku kolanên Îranê bi sedema tepeserkariyên rejîmê veguherîn bi qada xwîn û pevçûnê, em dikarin bibêjin "Holokosta Îranî" hate afirandin. Di vê navberê de, ragihandina «Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê» di 2'yê Rêbendanê de, wekî bertekeke siyasî ji bo bersivdana tevgera rizgarixwaz a neteweya Kurd derket holê.

Vê hevpeymaniyê ku armanca wê rûxandina Komara Îslamî û damezrandina sîstemeke demokratîk, sekuler û nenavendî ye, karîbû bala navendên siyasî yên cîhanê bikişîne ser xwe. Lê belê ev liv û tevger, yekser ket ber pêla êrîşa du bereyên dijber, ji aliyekî ve rêjîma Komara Îslamî û ji aliyê din ve jî «Rastgiriya Hov» bi serkêşiya Reza Pehlewî, ku her duyan jî tevî nakokiyên xwe yên kûr, di xaleke stratejîk de gihîştin hev û raya wan ger li her warekê ve cudahî hebû lê li hember pirsa Kurd û mafxwazî û heta aktîvbûna çalakiyên siyasî ên partiyên Kurdan hev ra û hev helwest û hev gotar bûn: keftine gefa êrîş û dijayetiya tevgera Kurdî.

Êrîşa 28'ê Sibata 2026'an a hevalbendan (Amerîka û Îsraîl) ya li ser rêjîma Îranê, xaleke werçerxanê ya dîrokî bû. Şerê 39 rojî, ne tenê ziyan gihand binesaziyên aborî û leşkerî yên Îranê, belkî perde li ser rastiyeke tal jî rakir: Rêveberiya Donald Tiramp di demekê de ku dirûşma têkoşîna li dijî Îranê bilind dike, lê ti bernameyeke wî ji bo «azadiya» neteweyan nîne.

Zimanê dijber ê Tiramp li hemberî plana rizgarkirina Rojhilatê Kurdistanê û gazincên wî yên ji Kurdan bi hinceta wernigirtina çekan, nîşaneke zelal bû ku siyaseta Amerîkayê êdî bi nirxên mirovî ve ne girêdayî ye. Gelê Kurd ê ku di şerê li dijî DAIŞ'ê de wekî "pasewanê cîhanê" dihate naskirin, niha ji aliyê hêza herî mezin a cîhanê ve rûbirûyî gazinc û lomeyan dibe. Ev yek nîşan dide ku Waşîngton tenê ji bo parastina berjewendiyên demkî û guhertina reftara rejîmê gavan diavêje, ne ji bo guhertina sîstema siyasî an jî pêkanîna dadperweriyê ji bo neteweyên Îranê.

Gotinên 2'yê Hezîrana 2026'an ên Tom Barak, şanderê taybet ê Tiramp ji bo Sûriye û Iraqê, wekî xala dawî bû li ser bidawîhatina îdealîzma Rojava li navçeyê. Dema ku Tom Bark qala wê yekê dike ku «demokrasî pirseke jibîrkirî ye», bi wateyeke din dixwaze bibêje: Zilhêz êdî ne li pey nirxan in.

Ev rewş, Kurdan dixe ber eger û metirsiyekê, Kurdên ku di navbera cografyayeke hestiyar û siyaseta "berjewendîxwaz" a hêzên mezin de asê mane, divê êdî li bende wê yekê nemînin ku hêzên navneteweyî mafên wan ji wan re misoger bikin. Di vê hevkêşeya nû de, pirsa Kurd êdî wekî pirseke mirovî yan jî demokratîk nayê dîtin, belku wekî astengiyek yan jî sedemek ji bo parastina berjewendiyên zilhêzan tê dîtin.

Sala 2026'an ji bo Kurdan sala hişmendiya netewî û hişyarbûnê ye. Dema ku demokrasî di dîroka siyaseta derve ya Amerîkayê de li navçeyê dibe pirseke jibîrkirî, wê demê tevgera Kurdî neçar e li pey hevkêşeyên nû bigere. Gelo Kurd dê karibin di vê qada tejî mij û moran de, ku hêzên desthilatdar dixwazin tenê wekî qurbaniyekî cografî li wan binerin, rêyekê ji bo man û serxwebûna siyasî bigirin ber xwe? Bersiva vê pirsê, ne tenê di seyr û tevgera şeran de, belku di şiyana Kurdan a ji bo rêkxistina stratejiyeke nû û dûrî piştevaniya derve de xuya dibe.

Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Omer Xerîbo: Em dixwazin li Parlamentoya Sûriyeyê komeke Kurdan ava bikin
Serok Barzanî: Çanda lêborînê bingeha bipêşketina Îraqê ye
Divê dengê xelkê Îranê bê bihîstin ku daxwaza guhertinê dikin
Destbiserkirina 480 welatiyan li parêzgeha Urmiyê
KERKÛK - Di Cejna Qurbanê de 274 zarok ji dayîk bûn, tenê 70 ji wan Kurd in