TEIS: Li dermanxaneyan 81 derman peyda nabin

.

Sendîkaya Dermanxaneyan a Giştî (TEIS) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 81 derman li dermanxaneyan peyda nabin.

Li parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, çend sal in pirsgirêka nebûna dermanan li dermanxaneyan berdewam e.

Daketina nirxê lîreyê Tirkî li hemberî diravên biyanî dibe sedema giranbûna dermanên ku tên hawirdekirin.

Ji ber pirsgirêka bihabûna dermanên ku tên hawirdekirin, li dermanxaneyan hemû derman peyda nabin.

Di Rojnameya Fermî de 23ê Tîrmeha 2023an biryara nûjenkirina nirxê euro yê sabit ku dermanan li xwe digire hat weşandin.

Li gor biryarê nirxê euro ji bo kirîna dermanan ji sedî 30,05 hat zêdekirin û bû 14,03 lîreyên Tirkiyeyê lê li bazarê bihayê euro derdora 30 lîreyan e.

Sendîkaya Dermanxaneyan a Giştî ragihand ku di serî de dermanên wek parkinson, şekir, sistkirina masûlke, nefestengî, antîbiyotik û êşbir 81 derman li depoyên Wezareta Tendirustiyê nemane.

Seroka TEISê Nurten Saydan got, “Niha pirsgirêka me ya herî mezin nebûna hinek dermanan e. Bihayê euro yê hatiye diyarkirin ji sedî 53 di bin bihayê bazarê de ye.

Herwiha piştî Coronayê pirsgirêka dabînkirina dermanan û biha zêde bûn. Ji ber van sedemam em wiha bawer dikin, pirsgirêka nebûna dermanan berdewam be.”

Saydan herwiha diyar kir ku divê ji bo çareserkirina pirsgirêkê sîstema nirxê sabit ê euro bê guhertin.

Amerîka Haberleri

RAPOR | Amerîkayê binpêkirinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê eşkere kir
Televîzyona Îsraîlê: Kabîneya Şer biryar da ku bersivê bide êrişa Îranê
Wê bombeyên atomî li F-35an bên montekirin
Senatoya DYAyê pêşnûmaya rawestandina frotina F-16 ya ji Tirkiyeyê re red kir
Kompanyayên navdewletî ji Tirkiyeyê vedikişin