Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump eşkere kir ku dê sibe (îro) di navbera Tehran û Washingtonê de memoranduma peyman were îmzekirin, Îran tevlihev bû.
Baskê mihafezekar bertek nîşanî xalên peymanê da û hikûmetê bi "pêşkêşkirina tawîzan" tawanbar dike.
Li Tehranê jî bi sedan kes derketin kolanan û daxwaza îstifakirina şandeya dan û standinan dikin.
Di pêvajoya dîplomatîk a piştî şerê di navbera Amerîka û Îranê de ku 28ê Sibata 2026an dest pê kiribû, qonaxeke dîrokî dest pê kir lê birêvebiriya Tehranê bi zextên siyasî yên navxweyî re rûbirû ma.
Piştî ku Donald Trump eşkere kir ku dê sibe (îro) îmze werin avêtin, xalên ku tê îdiakirin di reşnivîsa peymanê de cih digirin di Parlamentoya Îranê û li kolanan de rastî bertekin tund hatin.
Hişyariya "Berjewendiya Neteweyî" ya parlamenterên mihafezekar
Yek ji navên bihêz ên mihafezekar ên Parlamentoya Îranê Parlamenter Mehmûd Nebeviyan bi rêya medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û bi tundî rexne li metna reşnivîsê girt.
Nebeviyan diyar kir ku xalên wekî vekirina bilez a Tengava Hurmizê ya bê sînor û bêpere ji bo çûnûhatinê û her wiha kêmkirina uranyumê di peymanê de cih digirin, lê li beramberî vê daxwazên Îranê nehatine bicihkirin.
Nebeviyan pirsî: "Di mijarên rakirina ambargoyan, berdana samanên cemidî û sûdwergirtina Îranê ya ji fona 300 milyar dolarî de nezelaliyek mezin heye; gelo ev metin berjewendiyên neteweyî diparêze?"
"Tawîzên li ser maseyê cesaret da neyar"
Berdevkê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Parlamentoya Îranê Îbrahîm Rezayî jî şandeya dan û standinan bi "pêşkêşkirina tawîzên zêde" tawanbar kir.
Rezayî got, "Ev destvekiriya ne di cih de ya li ser maseya dan û standinan, bû sedema guherîna hesaban li cem neyar û wisa fêhm kirin ku Îran bêhêz e."
Xwenîşandana li Tehranê: Qalîbaf û Eraqçî bûn hedef
Ev aloziya di qada siyasî de êvarê derbasî kolanan bû.
Bi sedan kesên ku li Meydana Îbnî Sînayê ya li Tehranê li hev civiyan, li dijî dan û standinên bi Amerîkayê re xwenîşandaneke protestoyî li dar xist.
Xwenîşanderên ku pankart hildabûn û rexne li helwesta hikûmetê digirtin, li dijî Serokê Parlamentoyê û Serokê Şandeya Dan û Standinan Mihemed Baqir Qalîbaf û Wezîrê Karên Derve Ebas Eraqçî slogan avêtin.
Qerebalixiyê bi dirûşma "Ji teslîmiyetê re na" bangî her du navan kir ku yekser îstifa bikin.
Çavkaniyên dîplomatîk diyar dikin ku pêkanîna merasîma îmzekirinê ya ku Trump qal kiriye, bi temamî girêdayî rêbaza vê aloziya siyasî ya navxweyî ya li Tehranê ye.