Di xwenîşandanên Tehranê de du welatiyên xelkê Bokanê bi guleyên hêzên ewlehiyê hatin kuştin.
Rêxistineke mafên mirovan da zanîn ku hejmara kuştiyan 2 hezar û 400 kes derbas kiriye.
Ajansa Nûçeyan a Kurdpayê ragihand ku di dema xwenîşandanên bajarê Tehranê de, hêzên ewlehiyê yên Îranê gule li xwenîşanderan reşandine.
Di encamê de Siyaweş Şêrzad û Zara Muradî yên ku her du jî ji Bokanê ne, canê xwe ji dest daye.
Li gorî zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Siyaweş Şêrzad xelkê taxa Elî Awayê ya bajarê Bokanê bûye û ji bo xebatê li Tehranê dima.
Siyaweş roja Pêncşemê di xwenîşandanan de birîndar bûbû û paşê canê xwe ji dest daye.
Her wiha Zara Muradî jî ji gundê Hesariyê yê Bokanê bûye û ew jî ji bo xebatê li Tehranê bûye.
Zara Muradî roja Pêncşemê di dema xwenîşandanên li taxa Tehran Serê ya Tehranê de, bi xal û pismamê xwe re birîndar bûbû lê paşê ji ber giraniya birînên xwe canê xwe ji dest daye.
HRANA: 2 hezar û 403 kes hatin kuştin
Li aliyê din, Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) amarên herî nû yên qurbaniyan belav kirin.
HRANAyê ragihand, "Ji destpêka xwenîşandanan ve heta niha me kuştina 2 hezar û 403 kesan piştrast kiriye."
Li gorî rapora HRANAyê, ji wê hejmarê 147 kes endamên hêzên ewlehiyê ne û yên din hemû welatiyên sivîl in ku 12 zarok di nav de hene.
Her wiha birînên hezar û 134 kesan giran in.
HRANAyê derbarê girtiyan jî eşkere kir ku "18 hezar û 434 kes hatine desteserkirin û îfadeyên bi darê zorê yên 97 kesan hatine belavkirin."
Xwenîşandan roja 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an ji ber bihabûn û xerabûna rewşa jiyanê, bi greva esnafan a li Bazara Mezin a Tehranê dest pê kiribû.
Nerazîbûn paşê li hemû parêzgehên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê belav bûn.
Ev 6 roj in hikûmetê xetên înternet û pêwendiyan li seranserî Îranê û Rojhilatê Kurdistanê qut kirine.