Tehran bi dijwarî tê bombebarankirin

.

 Artêşa Îranê ragihand ku wan li dijî hedefên Amerîka û Îsraîlê dest bi êrişên nû kiriye.

Di heman demê de li Tehrana paytexta Îranê li pey hev teqîn çêbûn.

Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê êrişî gelek xalên bajêr hatiye kirin.

Êriş li bakur û rojhilatê Tehranê hatin kirin û ji wan cihên ku hatine armanckirin dû bilind dibe.

Derbarê wan dengên bombebaranê yên ku ji gelek deverên Tehranê tên bihîstin, heta niha ji aliyê rayedarên Îranê ve ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Cara ewil navenda Tehranê hat armanckirin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji doh ve ku wan dest bi êrişên li ser Îranê kiriye, wan cara ewil e navenda Tehranê kiriye armanc.

Îran: Me baregehên Amerîkayê bombebaran kirin

Li aliyê din, Artêşa Îranê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku wan baregehên Amerîkayê kirine hedef.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Beriya bi çend xulekan, pîlotên jêhatî yên Hêzên Asmanî yên Îranê, li Kendava Besrayê bi operasyoneke çend qonaxî baregehên Amerîkayê bi awayekî serkeftî bombebaran kirin."

Lê belê rayedarên Îraqê û artêşa Amerîkayê daxuyaniya Îranê ya derbarê "êrişên asmanî" de piştrast nekir.

Kurdistan Haberleri

Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK
Li Hisîçayê ji bo Kurdên bê nasname qonaxa duyem dest pê kir
Nêçîrvan Barzanî: Yekbûna Pêşmergeyan garantiya parastina Herêma Kurdistanê ye
Pirtûka nû ya Mehmet Gur ‘Kurd Çiya û Ziman’ derket
DÊRSIM - Kula 39 salan: Ji ber ku nikarin herin gundê xwe tenê ji dûr ve lê dinêrin